Dawid Yûhenna Lawko li Urmiyê (Rojhilatê Kurdistanê) ji dayik bûye, zimanê rûsî zanîbûye, piştî vegerandina xwe ji Yekîtiya Sovyetê vedigere Îranê û li Kerecê koça dawî kiriye.
XebatnameSala 1941ê serbazê Yekîtiya Sovyetê bû ku hatin Rojhilatê Kurdistanê, piştî kişandina leşkerê Sovyetê û rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê, di 28ê gulana 1947an de li gundê Berdesûrê yê Rojhilatê Kurdistanê beşdarî rêçika ber bi Yekîtiya Sovyetê bûye û di şerên rêçikê de beşdar bûye, di 16ê hezîrana heman salê de dema digihîjin ser rûbarê Aras, bi nûneratiya Barzanî nemir di rûbarê de derbas bûye bo ku binkeya polîsan agahdar bike ku Mela Mistefa gihîştiye ser rûbarê Aras û rê jê re bê dayîn da ku derbas bibe, piştî derbasbûna hevalên xwe di 18ê hezîranê de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navneteweyî yê Îranê li gel Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek, kinc û hatûçûyê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam, Laçîn, Ayolax û Kelbecerê li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezerê li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23yê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên xwe, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê bê veguhastin bo komelgeha Çirçûkê li nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêrê li ser gundên hereweziyên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrivîskî kom bikin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrivîskî li Sovyetê. Navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Çavkanî:-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Siyamend Mehmûd Sîlkî, Karwanê Serefiraziyê, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Pak - 2006).
- Şeban Elî Şeban, Hinek zanîyari siyasî û mêjûyî, çapa sêyem, (Hewlêr - Çapxaneya Rojhilat - 2013).
- Şewket Şêx Yezdîn, Yûbîlya Zêrîn a Pêşmerge, (Pîrmam - Çapxaneya Xebat - 1996).
- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane li mêjûya şoreşa Îlonê, çapa yekem, (Hewlêr - Nivîsgeha Tefsîr bo Belavkirin û Ragihandinê - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2007).
- Karwan Mihemed Mecîd, Barzaniyan ji Mehabadê bo Sovyetê, çapa yekem, (Silêmanî - Çapxaneya Peywend - 2011).
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Hesoy Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîriyê - 1997).
- M. Ehmed Mihemed Çîço, Bo mêjûyê di bîranîna Mihemed Çîço Pêndroyî, çapa yekem, (Hewlêr - Çapxaneya Şehab - 2010).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî ya Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).





