Serhildana Şoreşa Eylûlê û teqîna nerazîbûna Kurd li hemberî bêsoziya rejîma Ebdulkerîm Qasim (1958-1963), kir ku di heyama çend mehan de gelek bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê bikevin destê Pêşmerge û ji aliyê şoreşê ve bên birêvebirin, hêza Pêşmergeyê Kurdistanê piştî dest danîn ser Brîfkan, Etruş û Şêxan heta Meqlûb û navçeya Êzidiyan û Goranetî, ber bi navçeyên devera Akrê ve ketin rê, ku beşeke zêde ya çekdarên kirêgirtî tê de kom bûbûn û bibûn sedema gîçel û serêşê ji bo niştecihên navçeyê, tevî wê jî serkirdayetiyê xwesteka wê hebû ku çalakiyên şoreşê bigihîne hemû navçeyên Kurdistanê.  

Hêza Pêşmerge di wê hemleya berfirehkirina bazneya şoreşê de li navçeyên cuda yên Kurdistanê karîn dest deynin ser Deşta Nehlê û gundên devera Zêbarî û qezaya Dînartê heta digihîje Serê Akrê û Geliyê Bêxme, hebûna fewcekê polîsan li navenda nahiya Nehlê nekarî berengariya Pêşmerge bike û artêş jî bi dengê wan ve nehat, lewma bi neçarî ber bi Akrê ve revîn. Seranserê dezgehên kargêrî, serbazî, polîs û çekdarên kirêgirtî (caş) ên hikûmetê navçe bicîh hiştin û li Akrê xwe girtin, tenê li Serê Akrê pevçûneke kêm rû da ku bandoreke wisa li ser pêşveçûnên Pêşmerge nebû, lê balafirên şer bordûmaneke tund a Pêşmerge kirin, bi wê sedemê şehîdbûna heşt Pêşmergeyan jê ket.

Barzanî rêberê şoreşê ji wir ve ji bo rêkxistina bereyên şer û birêvebirina navçeyê ferman kir ku Hiso Mîrxan Dolemerî bibe fermandeyê hêza Şêxan û Akrê û baregeha xwe li şikefta Şermin damezirand, hejmara leşkerên wî gihîşte 400 Pêşmerge ji ber ku şoreş bibû cihê hilçinîna hêvî û omîdên paşeroja xelkê dilsoz ji bo rizgariya nîştiman, lewma roj bi roj hejmareke zêde peywendî bi rêzên şoreşê dikirin û çekên pêşmergatiyê dikirin milê xwe, herwiha Mela Şinê Bêdarûnî û Umer Axa Dolemerî wek berpirsên Serê Akrê hatin destnîşankirin, piştî wê Barzanî bi xwe û hêza xwe ve ber bi devera Soran ve ketin rê.

Di meha Nîsana 1962 heta Tîrmeha heman salê roj bi roj şer û pevçûn li Serê Akrê û derdora wê berdewam bû, di wê heyamê de ew navçe bibû hêlîna çendîn dastanên mezin û bergirîkirina Pêşmerge li destkeftiyên şoreşê, her ji Serê Akrê heta Geliyê Zenta û şikefta Şermin, heta digihîje derdora Mirêba, Brîfkan, Baedrê û derdora Duhokê roj bi roj dikevin ber pelamara artêş û çekdarên kirêgirtî û bombebarana balafiran.

Di 3ê Gulanê 1962 hêzeke mezin a artêş û polîsên gerok û 2000 çekdarên kirêgirtî (caş) ên Herkî, Surchî û Zêbarî, bi piştevaniya 12 zirêpoşan di bin agirê topbaran û bordûmana balafirên Mîg û hemû cure çekan, li derdora Akrê êrîş kirin ser sengerên Pêşmerge li nêzîkî gundên Xirpê, Şûş, Şermin û Bakirman û agir berdan gundê Simaqok û derdora wê û nêzîkî 10 welatiyên jin û zarok bûn qurbanî û şehîd bûn, lê bi sedema eşkerebûna plana wan bi rêya bruske û peywendiyên hikûmetê bi serkirdeyên wan ên serbazî re, Pêşmerge karî rûbirûyê wan bibe û kuştareke zêde li wan bike û şikestê bîne ber êrîşa wan û wan vegerîne cihê wan ê berê.

Diyar e hikûmetê di vê êrîşê de mebesta wê ew bû ku destê wê bigihîje navçeya Barzan û sînorekî dabirejê di navbera Soran û Badînan de û wan ji hev qut bike, ji bilî wê jî wisa difikirî ku kilîla gihîştina wan bi Barzan re Serê Akrê û Geliyê Zenta heta Bêxme ye, daku bi wê rêyê bikare derbeke kujer li şoreşê bide û wê pûç bike. Lê ne tenê nekarî plana xwe cîbicî bike û destê wê bigihîje çiya, gir û dolên navçeyê, belkî tûşî zirar û ziyaneke gelek mezin bû, heta zatê wê yekê jî nemabû ku careke din xwe nêzîkî Pêşmerge bikin, lewma ji bo rastkirina şikestên xwe penah dibirin ber bordûmankirina sengerên Pêşmerge û ladê û awahiyan, şayanê gotinê ye hêza Pêşmerge tevî rûbirûbûna şer û bergiriyê, dest û mefrezeyên partîzanî jî rêkxistibûn di nav kûrahiya hikûmetê de destê xwe li qafile, binke û baregehan jî diweşandin.

Yek ji çalakiyên partîzanî ew bû ku êrîş kirin ser keleha Akrê, ku fermande Mela Şinê Bêdarûnî biryar da her hêzek sê Pêşmerge amade bike ji bo encamdana çalakiyê, piştî ku xwe gihandin cihê mebestê keleh dorpêç kirin û şerekî şeş saetî ji 10ê şevê heta 4ê sibehê li gel wê hêza nav kelehê berdewam bû lê berî ku roj bibe Pêşmergeyan vegeriyan cihê xwe.          

Di 10ê Gulanê 1962 ji berê sibehê heta êvareke dereng balafirên bombeyan û balafirên din ên êrîşber ên şer bi çirî bordûmana sengerên Pêşmerge kirin, li derdora gundên Dola Nehlê, Şûş, Şermin, Gundik û Bakirman, di encamê de zirar û ziyaneke zêde gihand awahiyên navçeyê û sê Pêşmerge jî şehîd bûn û 7ê din jî birîndar bûn.

Di encama wan şeran de ziyanên dewletê bi cureyekê zêde bûn ku laşê kuştiyên dehan serbazan li meydana şeran de mabûn û ketibûn ber destê Pêşmerge lewma moralê serbazan di asta herî jêr a rûxandin û datêpinê de bû ku şiyana bergiriyê jî heta radeyeke zêde lawaz bibû.

Di 8ê Sibata 1963 Be'siyan bi serokatiya Ebdulselam Arif kudetayek li ser Ebdulkerîm Qasim kirin û hikûmeta navborî rûxandin, ji bo heyama sê mehan şer hat sekinandin û gotûbêj di navbera şoreş û Be'siyan de dest pê kir, lê tu encameke erênî jê derneket belkî di 10ê Hezîrana 1963ê careke din êrîş û pelamarên hikûmeta Îraqê bo ser navçeyên şoreşê dest pê kirin, lê vê carê bi teknîkeke cudatir û planeke wêrankertir Artêşa Îraqê xwe ji bo şerê Kurd amade kir, ew jî pêk dihat ji penahbirina ber welatê Sûriyê ku bi hawara wan ve bên û sînor bibezînin, daku bikarin di heyameke kurt de dawî bi şoreşa Kurd bînin.

Ev bû bi rêya rêkeftineke di navbera her du dewletan de 400 serbazên hêza Yermûka Sûrî (Qûwat Yermûk Sûrî) bi fermandeyiya serheng Fehed El-Şa'ir hatin nav axa Kurdistanê û binkeya xwe ya sereke li Zaxo danîn û beşdarî hemleyên serbazî yên li ser navçeyên şoreşê bûn li Akrê û cihên din, êrîşeke berbelav bo ser sengerên Pêşmerge dest pê kirin, Pêşmerge jî biryar da ku şerê man û nemanê bike, ew bû karî derbeke mezin li wan biweşîne û ber bi paş ve vekişiyan.

Lê piştî tenê hefteyekê, careke din êrîşeke berfirehtir anîn û Pêşmerge jî di berxwedanê de berdewam bû, her çend di wê êrîşê de artêşa her du dewletan 96 kuştiyên serbaz û kirêgirtiyan hebûn ligel 132 birîndar û hejmarek dîl, ji hêza Pêşmerge jî 5 Şehîd û 17 birîndar hebûn. Lê ji ber kêm bûna fîşek û teqemeniyan û westiyana Pêşmerge di şerê çend mehên borî de, ji bilî wê jî li ber çav girtina berjewendiya welatiyan ku êdî zirar û ziyan negihêje wan, helwesteke din a Pêşmerge bû, ji aliyekî din ve jî rûbirûbûna artêşa her du dewletan di yek demê de karekî gelek zehmet bû, lewma biryar hat dayîn ku ji bilindahiyên Serê Akrê vekişin paş û li Çiyayê Pîrsê sengerên xwe qayîm bikin û xetekî bergiriyê ya bihêz deynin.        

Çavkanî:

1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Îlonê 1961-1975, çap: yekem 2004.

2- Şewket Mela Îsmaîl Hesen, Rojane di dîroka şoreşa Îlonê de, çapa yekem, Hewlêr, 2007.

3- Xazî Adil Gerdî, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bîroxî, berga yekem çapa duyem, Tirkiye, 2021.

4- Hojîn Mesûd Sernî, Şoreşa Îlonê li devera Behdînan 1061- 1975, çapa yekem, 2018.

5- Welî Zubêr Hostanî, Çend bûyer û serpêhatî di şoreş û raperînên Barzan de, çap: yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr, 2017.

6- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî di şoreşa Îlonê de, çapxaneya Xebat, Dihok 1999.

7- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistan û şoreşa Îlonê, binyatnan û hilweşandin, 1961-1975. çapa çarem, 2021.                    

8- Hecî Mîrxan Dolemerî, Geran bi dû dadperweriyê de, berga yekem, çapa duyem, çapxaneya Esra, Tehran, 2021.