Piştî kûdeta 17 û 30 Tîrmeha 1968an û dûbare vegerandina Beisiyan bo desthilatê, barûdoxeke ne şer ne aştiyê li Kurdistanê ji bo demekê hat holê ligel hêzên hikûmetê, lê tîkhelbûn ligel çekdarên Mekteba Siyasî ya kevin berdewamî hebû, car caran jî li vir û li wir hinek şerên lawazî di navbera artêş û hêzên şoreşê de diqewimî, lê di 10ê Mijdara 1968an de rejîma Beis bi hemahengî ligel çekdarên baskê Mekteba Siyasî ya kevin bi hemû keresteyên artêşa zêde ve êrîş birin ser tevahiya navçeyên bin desthilata şoreşê, di van êrîşan de heta meha Çileya 1969an pêşrewiya zêde bi xwe ve dît, dest bi ser piraniya bajar û bajarokan de girtin.
Qeredax yek bû ji wan navçeyan ku ket ber êrîşa wan hêzan, bi sedema dest tîkhelkirin û napakiya du fermandeyên batalyonên Qeredax bi navên Ceifer Berzincî û Kamîl Mela Weys, navçeyên xwe radestî çekdarên bi kirêgirtî kirin, li vir amaje bi yek ji şeran dikin li ser lûtkeya çiyayekî li navçeyê bi navê Helac û Dabanê mezin ku hêzên hikûmetê û çekdarên navborî dest bi ser de girtibûn, leşkerê Kurdistanê jî zêde jê re girîng bû ku bikeve destê wan, şayanê bas e ev êrîşa Pêşmerge û girtina vê lûtkeya çiyê rasterast di bin serpereştiya Îdrîs Barzanî birêveçû, ev di demekê de bû ku hêzên hikûmetê û koma Mekteba Siyasî ya kevin karîbûn pantahiyeke fireh a Germiyan heta çiyayê Helac û Daban li Qeredax bixin bin destê xwe, diyar e ji ber girîngiya navçeyê serkirdatiya şoreşê biryar da ku pêwîst e wan navçeyan azad bikin û vegerin bin hejmûna şoreşê.
Piştî pêkanîna çend civînan di navbera serkirdên serbazî yên navçeyê derbarê çawaniya êrîşkirin bo wan cihan û paşê Mistefa Barzanî rêberê şoreşê ji barûdoxê hat agahdarkirin, Barzanî jî Îdrîs Barzanî raspart ku xwe serpereştiya şer bike, navborî piştî yekxistina hêzan û danîna plana tûkme ya êrîş bo ser lûtkeya çiyayê Helac û Daban, biryar da ku divê bi zûtirîn dem lûtkeya çiyê bê girtin, piştî pêkanîna êrîş bo ser lûtkeya çiyê di maweyê 1:45 saet û çil û pênc xulekan de dest bi ser de hat girtin û vegeriya bin desthilata Pêşmerge.
Paşê ji aliyê serkirdatiya şoreşê ve biryar hat dayîn ku êrîşeke berfireh bê kirin ser navçeyên Qeredax û cihanên din daku bi yekcarî hêzên hikûmetê û bi kirêgirtiyan jê derxînin, ji bo vê jî batalyonên 4 û 9 hatin raspartin ku ji Berzincê ber bi deşta Şarezûr êrîş bikin û ji wir ve ber bi Qeredax gav bavêjin, hêzeke deşta Hewlêrê û hêza Rizgarî di du beran de ligel batalyona 5 a hêza Qeredax êrîş bikin, ku hêzeke wan ber bi navçeya Qadirkerem û Sengaw pêşrewî bikin û hêza wan a din ber bi navçeya Baziyan û Qeredax. Di wê maweyê de Mlazim Tahir Elî Walî Beg fermandeyê batalyona 4 a hêza Qeredax bû, Ezîz Qazî fermandeyê batalyona 9 bû.
Ji bo destpêkirina êrîşê biryar hat dayîn ku di 29 heta 30 Mijdara 1969an de di yek demê de hemû hêz bi hev re êrîş bikin bo hemû wan cihan ku li jêr amaje pê hatiye kirin, wek di planê de hatibû êrîşa Pêşmerge dest pê kir û pêşrewiya berçav bi xwe ve dît, serkeftina mezin hat tomar kirin û hat karîn hemû navçeyên Qeredax, Baziyan, Sengaw, Qadirkerem, Dûzxurmatû, Kifrî, Kelar, Bawenûr û Derbendîxan ji hêzên hikûmetê û çekdarên baskê Mekteba Siyasî ya kevin bên paqijkirin û vegerin bin rikêfa Hêzên Pêşmerge, piştî şikesteke mezin a hêzên hikûmetê û çekdarên bi kirêgirtî ziyaneke zêde gihîşt wan û çek û teqemeniyeke zêde dest bi ser de hat girtin, êdî hêzên hikûmetê û çekdar bi yekcarî rûxiyan û moralê wan bi cureyekê dakevt ku şiyanên şer neman ligel Hêzên Pêşmerge.
Ev serkeftina Hêzên Pêşmerge ji aliyê serkirdatiya şoreşê ve wek serkeftineke girîng û çarenûssaz hat şîrovekirin di wê demê de, lewma Barzanî rêberê şoreşê spasiya hemû wan hêzan kir ku di şer de beşdar bûn, ji aliyê rejîma Beis a nû ve jî ceribandinek bû bi hevkariya hêzên Mekteba Siyasî ya kevin, ku heta çend dikarin bi ser şoreşa Kurdistanê de serkevin û xewna wan a kevin bînin cih ku xwe di herifîna yekcarî ya şoreşa Kurd de didît, lê hewldana wan şikest xwar û serkeftin bi dest nexist.
Çavkanî:1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwazî ya Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, ç: yekem, Hewlêr, 2004.
2- Îbrahîm Celal, Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Eylûlê binyadnan û hilweşandin 1961- 1975, çapa çarem, 2021.
3- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 jiyan û rola siyasî û serbazî di bizava rizgarîxwazî ya Kurd de, çapxaneya Hêvî, Hewlêr, 2019.
4- Xoşewî Elî Kanyelincî, Bîranînên Ezîz Qazî Hemêd Sûrçî, çapxaneya Danişfer, Hewlêr, 2023.
5- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, çapa yekem, Hewlêr, 2012.
6- Arî Kerîm, Çend rûpelên zindî di Şoreşa Eylûlê de, çapxaneya Xebat, Dihok 1999.





