Cum'e Umer Xizr Qadir di sala 1970î de li bajarokê Şeqlawe ji dayik bûye, qutabiyê qonaxa amadeyî bûye li bajarê Hewlêrê. Dayika wî bi navê Heynî Mihemed û birayên wî jî bi navên Îbrahîm, Eyûb, Hesen bûne û Helîm, Xecîc xwişka wî bûne.
XebatnameŞehîd Cum'e Umer Xizr Qadir dema ku qutabî bûye li qutabxaneyekî bajarê Hewlêrê, peywendî bi rêzên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê kiriye. Bi sedema çalakbûna kesekî bi navê Cewad digihîne cem Xidir Siware û çek werdigire. Dibe kadirekî çalakî karê siyasî li nav bajarê Hewlêrê. Di sala 1991ê de çend rojan berî raperînê çend çekên wî bi dest dikeve û mijûlî dabeşkirina wê dibe bi ser hevalan û kadirên hevsengerên xwe. Li taxê Qelata bajarê Hewlêrê rûbirûyê hêzên rejîmê dibe û tê destbiserkirin û tê veguhastin bo emnê Hewlêrê. Paşê tê veguhastin bo emnê giştî yê bajarê Bexdayê û heta niha jî ti zanyariyek nîne li ser çawaniya Şehîdbûna wî.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




