Jiyanname

Cemal Resûl Hemereşîd Ebdula nasnavê wî Cemal Resûl Banîşarî, sala 1956an li gundê Banîşarê yê ser bi nahyeya Xurmalê ji dayik bûye, gundnişîn bûye û mijûlî karê cotyarî û ajeldariyê bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, sala 1983an Şehîd bûne. 

Xebatname

Şehîd Cemal Resûl, sala 1978an bûye Pêşmergeyê mefrezeya Osman Banîşarî ku ser bi Hêzên Hewramanê yên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, sala 1980an ev mefrezeye bûye batalyona heftê ya Hêzên Hewramanê. 

Şehîd Cemal Resûl beşdarî şerê Sê Tepan, şerê Çiyayê Şeram, şerê Şarbajêr û destana Girê Bewşê kiriye, Girê Bewşê ser bi nahyeya Xurmalê ye, hêzeke şeş kesî ya Pêşmergeyan ku ji Cemal Resûl, Osman Banîşarî, Abîd Ferec, Ela Kerem, Mehdî Ceme û Kemalê Kak Ehmed pêk hatibûn, rûbirûyê hêzeke mezin a rejîma Beisê bûne ku yek fewca 180 kesî bûn, ji destpêka hilatina rojê ve rûbirûyê wan sekinîn heta dema rojavabûnê bêyî ku ti ziyaneke canî bigihîje van şeş Pêşmergeyan, lê li hember de karîn 31 serbaz û 2 efserên Artêşa Iraqê bikujin û 19 serbaz û 3 efserên fewcê destbesser bikin. 

 Sala 1983an Şehîd Cemal Resûl pileya serpel û cîgirê fermandeyê kertê du yê batalyona heftê wergirtiye, ku di wê demê de Şehîd Rehîm Mihemed (Rehîm Banîşarî) fermandeyê kertê bûye û Osman Banîşarî fermandeyê batalyonê bûye. 

Di berwarî 27ê Tîrmeha 1983an de li Kone Çeqelê ya pişt Ehmedawayê, di encama topbarana topxaneyên rejîma Beisê bo ser sengerên Pêşmergeyan, Cemal Resûl û hevsengerekî wî bi navê Basam Hewramî Şehîd bûne û Rehîm Mihemed Salih Şehîd Rehîm Banîşarî bi giranî çavê wî birîndar bûye. 

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.