Şehîd Cemal Ebdulkerîm naskirî bi )Cemal Efnes), sala 1953an li taxa Îskan a bajarê Hewlêrê ji dayik bûye, heta qonaxa seretayî xwendiye, rûniştvanê bajarê Hewlêrê bûye, sala 1975an piştî neskoya Şoreşa Eylûlê, Cemal û tevahiya malbata wî awareyî welatê Îranê bûne û li bajarê Şino nîştecî bûne. Cemal Efnes xêzandar bûye û xwediyê heft kur û pênc keçan bûye.
Cemal Efnes sala 1983an di batalyona Kerîm Efnesê bavê wî de ku di wê demê de Fermandeyê batalyona Hêza Brûskî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye bûye Pêşmerge, beşdarî komek çalakiyên partîzanî yên nav bajarê Hewlêrê kiriye ku piraniya çalakiyên wî bi fermana Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bûye, herwiha pileya Fermandeyê mefreza partîzanî ya Hêza Brûskî wergirtiye.
Cemal Efnes sala 1991an beşdarî raperîna cemawerî ya xelkê Kurdistanê û azadkirina Şeqlawa, Korê, Hewlêr, Pirdê, Kerkûkê kiriye.
Di 31ê Adara 1991ê de piştîkişandina hêzên Pêşmerge ji bajarê Kerkûkê Cemal Efnes û mefreza wî ya 16 kesî li pişt nahiyeya Behrkeya nêzîkî bajarê Hewlêrê ketine bosiya serbazî ya rejîma Beis û piştî rûbirûbûnê li gel wan Cemal Efnes û her 16 Hevsengerên wî Şehîd bûne.
Çavkanî:1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





