Jînenîgarî

Leşkerî di Sala 1962 li gundê Hucran a ser bi şaredêya Korê ji dayik bûye. Asta xwendewariya wî seretayî bûye. Pîşeya wî şofêriyê barhilgir bûye li bajarê Hewlêrê, di Berwarî 13ê tebaxa 1989 piştî temamkirina erka xwe di rêya vegerê bo welatê Îranê li çiyayê Qendîl dikeve kemîna Serbazên rejîma Be'is û Şehîd dibe.

Xebatname

Di Sala 1986 çek hildide û peywendî dike bi Westa Yûnis li Hêzên Sefîn a ser bi navçeya Şeqlawe ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê. Di Sala 1987 di kîmyabarana Dola Balîsan birîndar bûye. Di piştî rojên 8ê tebaxa 1988 piştî paşekişeya Hêzên Pêşmerge bo welatê Îranê, Pêşmergeyên lîqa du ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê paş dikevin di derbaskirinê, bi vê sedemê hêzeke zêde ya navçeya Şeqlawe rêya derketinê ji wan namîne û bi neçarî ji devera Ranya ve vedigerin bo çiyayê Kosret li deşta Koyê, dûre firoke cihê wan eşkere dike û bombebaran dikin ku bi wê sedemê sê Pêşmerge Şehîd dibin. Paşê bi neçarî deşta Koyê vala dikin û rû dikin sînorê welatê Tirkiyê, li ser sînorê Tirkiyê tên girtin û tên veguhastin bo girtîxaneya bajarê Diyarbekir, hejmareke zêde Pêşmerge dibin ku Hêriş Reş, Westa Yûnis, Barzan Yûnis di nav wan de dibin, piştî şeş mehan di zindanê li welatê Tirkiyê azad dibin û diçin welatê Îranê. Dûre dibe berpirsiyarê mefrezeya partîzanî, di Berwarî 13ê tebaxa 1989 ji bo encamdana Çalakî yekê ligel mefrezeya xwe vedigere Kurdistanê û piştî temamkirina erka xwe di rêya vegerê bo welatê Îranê li çiyayê Qendîl dikeve kemîna Serbazên rejîma Be'is û Şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.