Şehîd Cebar Umer Hesen Gerewêyî di sala 1967an de li gundê Gerewanî ya jorîn a qezaya Rewandiz a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Qonaxa seretayî xwendiye, zewicî bûye.
Di sala 1987an de peywendî bi rêzên Partiya Dêmokrata Kurdistanê kiriye, di sala 1991ê de beşdarî raperînê bûye û beşdarî çendîn şer û parastinê bûye, di sala 1996an de pileya fermandeyê seriyê di lîwaya 62 a artêşa 6 a Soran de wergirtiye.
Di roja 20ê tebaxa 1997an de, li ser Zîxanê gundê Gerewanî ya jêrîn, li sînorê qezaya Rewandiz, bi destê çekdarên PKKê hatiye şehîdkirin û termê wî li goristana Gerde Gerdî ya Rewandizê hatiye veşartin.
1- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.




