Cebar Kake Xan Ela Kerem ku bi Cebar Heme Xan Cebare Reş tê naskirin, sala 1963an li gundê Memnawê yê ser bi nahiyeya Nalparêz li qezaya Pêncwênê ji dayik bûye, gundî bû û bi çandiniyê re mijûl dibû, qonaxa seretayî li gundê Perzan qedand, bo temamkirina qonaxa navendî çû qezaya Seyîdsadiq.

 Di qonaxa navendî de bi rêxistinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê re li rêxistina Sûrên di nava Komîsyona navçeya Derbendîxanê ya ser bi şaxê çarem ê partiyê ve hat girêdan, di wê demê de Sabir Ela Kerem berpirsiyarê rêxistina Sûrên bû. 

Ji ber çalakiyên xwe zû hat eşkerekirin, sala 1979an neçar bû tevlî refên Pêşmerge bibe di fujê Şehîd Ebûbekir Banî Benokî yê ser bi Hêzên Sûrên di nava Komîsyona navçeya Derbendîxanê de.

Sala 1981ê beşdarî şerên Rezle û Parzan, şerê binê çiyayê Sûrên, şerê Qeredaxê, şerê Gulanê, ligel çalakiyên di nava şerê çeteyî de li deşta Şarezûrê bû.   

Cebar bi pênc ji hevalên xwe yên Pêşmerge re di 15ê Tîrmeha 1982an de di kemînekê de di navbera gundên Newê û Kanîskan de li qezaya Xurmalê di zeviyeke mayînên çandî de ketin, herwiha rastî kemîna leşkerên rejîma Be's hatin. Destpêkê yek ji hevalên wî (Kemal) rastî teqîna mayînekê hat, ev bû sedema eşkerekirina wan ji aliyê dijmin ve, li ser vê yekê leşkeran gulebaran kirin, Cebar bi çend guleyan birîndar bû û di cih de şehîd bû, herwiha birayê wî Hesen û Kemal karîn ji deverê birevin bi birîndarî.  

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê