Bêstûn Huseyn Mihemed Mehmûd, sala 1961ê li gundê Bawe Koçekî yê ser bi parêzgeha Helebceyê ji dayik bûye, gundî bûye û mijûlî karê cotyariyê bûye, derçûyê qonaxa seretayî ye.
Sala 1976an di Hêzên Hewraman ên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de bi fermandeyiya Nadir Hewramî bûye Pêşmerge, wê demê baregeha wan li Wişkenawî ya nêzîkî serçaveya Zelmê li parêzgeha Helebceyê bûye.
Sala 1978an Bêstûn Huseyn û du hevsengerên wî bi navên Emîn Huseyn û Tehsîn ji bo encamdana çalakiyeke partîzanî bo devera Deşta Şarezûrê diçin, li gundê Şeşkiyê yê ser bi nahyeya Xurmalê dikevin kemîna caşên rejîma Beis û piştî rûbirûbûna ligel wan hatine girtin, piştî girtina wan bo girtîgeha bajarê Mûsilê hatine veguhastin, piştî salekê zîndanî bûn, sala 1979an hatine sêdaredan û şehîd bûne.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê




