Jînenîgarî

Behçet Nayif Me'rûf Gulî di sala 1965ê de li gundê Barholê ser bi nahiyeya Guliya ve li qezaya Zaxo ji malbateke Kurdperwer ji dayik bûye, di sala 1984ê de pola pêncê amadeyî bi dawî aniye, di sala 1988ê de ligel xêzan û kes û karên xwe koçberî Tirkiyeyê dibe û li ordîgaya tîlêbendkirî ya Diyarbekirê akincî dibe, di sala 1991ê de vedigere Kurdistanê, di şeva 11 li ser 12ê Hezîrana 1997ê de Şehîd dibe.

Xebatname

Di sala 1977ê de peywendî bi rêkxistina nihênî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê kir, di sala 1981ê de bû berpirsiyarê şana bizavê, di sala 1982ê de bû berpirsiyarê şana Ararat ya (Y.Q.L.D.K), di sala 1985ê de digihêje rêzên Şoreşa Gulanê û dibe endamê lijneya navçeya Zaxo ya (Y.Q.L.D.K). Ji ber zîrekiya xwe du spasnameyên taybet ji cenabê Serok Barzanî werdigire.

Beşdarî di şerên Şoreşa Gulanê de kiriye wekî dastana fewca Şeranişê du caran, şerê tanga Zirêzê, şerê Serê Bêcanê û gelek şerên din.

Di sala 1988ê de li ordîgaya tîlêbendkirî ya Diyarbekirê wek Pêşmerge û kadroyek rolekê berçav digire, di sala 1991ê de dibe endamê mihwerê Hêzawa û paşê dibe endamê beşa rêkxistina lijneya navçeya Zaxo ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di sala 1992ê de peymangeha navendiya kadra ya 9 bi dawî tîne û bi pileya mumtaz derdikeve.

Di sala 1993ê de di hilbijartinên Partiya Dêmokrata Kurdistanê dibe nûner bo kongreya 11ê û kargêrê lijneya navçeya Zaxo berpirsiyarê beşa rêkxistinê, Şehîd Behçet Nayif beşdarî di berevanîkirinê de ji parlament û hikûmeta Kurdistanê kiriye.

Di sala 1996ê de bû endamê lîqa 1 û berpirsiyarê lijneya navçeya Amêdiyê ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, di şeva 11 li ser 12ê 1997ê de Behçet Nayif Şehîd dibe.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.