Jiyanname

Bayiz Tutmeyî di sala 1944an de li gundê Tutmeyê yê ser bi nahiyeya Balîsan a qezaya Şeqlaweyê ji dayik bûye, rûniştvanê bajarê Hewlêrê bûye û mijûlî karsaziya nav bazarê bûye, asta wî ya xwendewariyê seretayî bûye, zewicî bûye û navê hevjîna wî Xedîce Mehmûd bûye, xwediyê du kur û keçekê bûye bi navên Hakîm, Luqman û Necîbe.

Xebatname

Şehîd Bayiz Tutmeyî di sala 1962an de bûye kadroyê şaneya veşartî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê li nav bajarê Hewlêrê, peywendiya kadroyî li gel Mam Resûl Feqê fermandeyê batalyona sêyem a Sefîn a Hêzên Sefîn hebûye.

Şehîd Bayiz Tutmeyî bi sedema şarezabûna wî ya temam li nav bazara Hewlêrê û naskirina dukanan, şaneyeke veşartî ava kiriye ku erkê wan pêk hatibû ji bidestxistina Zanîyari Siyasî û serbazî yên rejîma wê demê ya Îraq û komkirina kelûpel û pêdiviyên Hêzên Pêşmerge li nav bazarê û gihandina wan bi destê wan, di heman demê de encamdana civînên siyasî û rê nîşandana welatiyan bo nav Hêzên Pêşmerge û şoreşê.

Di sala 1967an de di Çalakîyekê de hatiye eşkerekirin, piştre li taxa Teyrawa rûbirûyê hêzeke caşan bûye ku di encamê de birîndar bûye û bi birîndarî xwe rizgar kiriye, piştî du mehan ji xweveşartinê û wergirtina çareseriya birîna xwe, ji bo wergirtina aboneyê mehane çûye nêzîkî çayxaneya Mam Bayiz û ketiye nav kemîna caşên rejîmê û Şehîd bûye.

Çavkanî:

Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.