Badîn Qadir Badîn, sala 1918 li gundê Dêzoyê ser bi nahiya Şêrwanê Mezin li qeza Mergesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Beriya çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê jiyana hevserî ligel Şîrîn Cundî Silêman pêk aniye û sala 1945 keçek wan bûye, navê wê kirine Fehîme, herweha li Yekîtiya Sovyetê jiyana hevserî ligel Eîşa Bîlal pêk aniye û keçek wan bi navê Cewahîr hebûye ku sala 1951 ji dayik bûye. Xêzana wî ya duyem ji neteweya Tatarên nîmçedurga Qirimê (Komara Ukrayna) bûye, di dema vegera Badîn ji Yekîtiya Sovyetê bo Kurdistanê jin û zarokê wî ku wê demê temenê wî heşt sal bûye, venagerin Kurdistanê û li Ozbekistanê dimînin.
XebatnameBadîn Qadir sala 1945 peywendî bi rêzên Şoreşa Duyemîn a Barzan kiriye û lawê temen sêzdeh salî bûye, bi sedema biçûkiya temenê xwe bi gihandina xurek bo baregeh û meydanên şeran xizmeta Pêşmerge kiriye.
Di 11ê çiriya pêşîn 1945 û piştî neskoya Şoreşa Duyemîn a Barzan, ligel Mistefa Barzanî û hevalan derbasî Rojhilatê Kurdistanê dibin. Piştî damezrandina Komara Dêmokrata Kurdistanê li Mehabadê, di 31ê adara 1946 di çarçoveya hêza Barzan de berevanî ji Komarê kiriye.
Piştî rûxana Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegera Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerê Neqede û şerê Şinoyê li Rojhilatê Kurdistanê kiriye, herweha ji wan pêşmergeyan bûye ku di 19ê nîsana 1947 bi rêya Xwakurk û deşta Berazgirê bi xaka Kurdistanê Bakur vegeriyaye navçeya Şêrwan û Mizûrî.
Piştî vegera wan, jenerel Mistefa Barzanî di 6ê gulanê 1947 li gundê Ergoş civînekê bi hevalên xwe dike û wan serpişk dike di manê, yan çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê, li wir tevahiya hevalên wî biryara berdewamdan û çûna ber bi Yekîtiya Sovyetê didin, di 23ê gulanê 1947 hevaltiya jenerel Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qetur û şerê Pirdê Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîranê 1947 li rûbarê Aras ku dikeve sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîranê 1947 de ligel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke seravekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatin danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayulax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn 1947 de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî dane wan. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalên wî, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxê 1948 ji Komara Azerbaycanê ve bê veguhastin bo komelgeha Çirçûk li nêzîk Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.
Di adara 1949 de ligel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendefêr li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatin dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jenerel Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbêcî biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn 1951 diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmehê 1958 li Îraqê û vegera jenerel Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959 û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (a) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar-kirî ya hejmar 19 di sala 1959 de, xwe û hevalên xwe ber lêbûrdana giştî ketine.
Piştî ku Komara Îraqê sala 1958 bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959 ligel hevalên xwe bi keştiya Groziya, bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê, vegeriyaye Kurdistanê. Beşdarî Şoreşa Eylûlêyê kiriye û sala 1963 li gundê Spîndarê ya Xoşnawetiyê li binarê çiyayê Hewrê şehîd bûye û li wir jî bi xakê hatiye spartin.
Serçave:-
-
Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
- Heyder Farûq El-Samirayî, Diya Cefer we Dewruh El-Siyasî we El-Îqtîsadî fî El-Îraq, (Londûn – Dar El-Hîkme - 2016).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweyê Rizgarixwazî Kurd 1931-1958, (Duhok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Arşîva Desteya Ensîklopediya, 13 nîsana 2019- Pîrmam.
- Nes Qerar Lecnet El-Ef El-Am Bired El-Îtîbar Ela Şuhada Sewra Barzan, Meclet Rizgarî, El-Eded 3,2, El-Metbe El-Rabite, Bexda, 1 Nîsan 1959.
-





