Jînenîgarî

Qadir Badîn di sala 1918an de li gundê Dêzo yê ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye, berî çûna xwe bo Yekîtiya Sovyetê bi Şêrîn Cindî Silêman re zewicî û di sala 1945an de keçek bi navê (Fehîme) ji wan çêbû, herwiha li Yekîtiya Sovyetê cara duyem bi Ayşe Bîlal re zewicî û di sala 1951an de keçek bi navê (Cewahîr) jê çêbû, hevjîna wî ya duyem ji neteweya Tatarî bû li nîvgirava Qirimê (Komara Ukraynayê), ji Yekîtiya Sovyetê derket û vegeriya Kurdistanê, lê hevjîn û keça wî ya ku wê demê 8 salî bû venegeriyan Kurdistanê û li Ûzbêkistanê man.

Rûpelên têkoşînê

Badîn Qadir di sala 1945an de tevlî refên Şoreşa duyema Barzan bû û temenê wî wê demê ji sêzdeh salan derbas nedibû, ji ber biçûkiya temenê xwe, erkê xizmetkirina Pêşmerge bi rêya gihandina xwarinê bo baregeh û qadên şer girt ser xwe.

Di 11ê Mijdara 1945an de piştî şikestina Şoreşa duyema Barzan, bi Mistefa Barzanî û hevsengerên xwe re derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû. Piştî damezrandina Komara Kurdistanê ya Demokrat li Mehabadê, di 31ê Adara 1946an de di çarçoveya hêza Barzan de parêzvanî li Komarê kir. 

Piştî hilweşîna Komara Kurdistanê li Mehabadê û vegeriyana Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê, beşdarî şerên Neqede û Şino li Rojhilatê Kurdistanê bû, û di nav hevsengerên xwe yên Pêşmerge de bû ku di 19/4/1947an de bi rêya (Xwakurk û Deşta Brazgera) derbasî axa Bakurê Kurdistanê û ji wir jî bo herêmên Şêrwan û Mizûrî vegeriya.

Piştî vegeriyana wan, General Mistefa Barzanî di 15/5/1947an de li gundê Arkûş civînek bi hevsengerên xwe re kir û ew li ser mayîn an çûna bo Yekîtiya Sovyetê serbest hiştin. Li wir hemû hevsengerên wî biryar dan ku berdewam bikin û berê xwe bidin Yekîtiya Sovyetê, di 23ê Gulana 1947an de hevaltiya General Mistefa Barzanî bo Yekîtiya Sovyetê kir, beşdarî şerên Qetur û Pira Makû bû, piştî westiyayîbûneke mezin û mandûbûneke zêde, di 18ê Hezîrana 1947an de derbasî çemê Aras bû, yê ku li ser sînorê di navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê de ye. 

Piştî gihîştina wan bo Yekîtiya Sovyetê, di 19ê Hezîrana 1947an de, ew û hemû hevsengerên wî li bajarê Nexçivanê li Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan di komelgeheke vekirî de ku bi têlên dirî dorpêçkirî bû û leşkeran parêzvanî jê dikir hatin girtin, wek dîlên şer ji aliyê xwarin, cilûberg û veguhastinê ve bi wan re hat kirin, bi biryara hikûmeta Sovyetê piştre li ser herêmên Axdam, Laçîn, Eyûlax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatin belavkirin. Di 10ê Kanûna 1947an de bo kampeke li ser Deryaya Xezerê li paytexta Komara Azerbaycanê Bakû hatin veguhestin, û di 23ê heman mehê de cilûbergên serbazî wergirtin, û rojane bi çavdêriya efserên Komara Azerbaycanê heşt saetan perwerdeya serbazî didîtin, di heman demê de, rojane çar saetan ji aliyê hinek hevsengerên xwe yên xwendewar ve dersên fêrbûna zimanê Kurdî werdigirtin.

Piştî reftarên xerab ên Cefer Baqirov bi hevsengerên wî re, Barzanî biryar da ku koma xwe ya serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Azerbaycanê bo komelgeha Cer Cûk a nêzîkî paytexta Ûzbêkistanê Taşkentê veguhezîne, li wir perwerdeya xwe ya serbazî berdewam kirin.

Di Adara 1949an de, ew û hevsengerên wî bi şêweyê komikan bi trênê li ser gundên hevkariyê yên Yekîtiya Sovyetê hatin belavkirin û di zeviyên Kolxozan de (erdê ku xelkê ji hikûmetê kirê dikir û piştre para hikûmetê jê didan) kar kirin.

Piştî hewldanên mezin û şandina çend nameyan ji aliyê General Barzanî ve bo Stalîn, Stalîn di dawiyê de nameyek wergirt ku tê de Barzanî behsa azarên hevsengerên xwe kiribû, û tavilê biryar da ku komîsyonek bo lêkolîna rewşa hevsengerên Barzanî pêk bîne, biryara komîsyonê di dawiyê de ew bû ku ew li bajarê Fêrêvskî bên komkirin, lewma di Mijdara 1951an de berê xwe da bajarê Fêrêvskî yê Sovyetê.

Piştî Şoreşa 14ê Tîrmeha 1958an li Îraqê û vegeriyana General Mistefa Barzanî, di 25ê Sibata 1959an de ew û hevsengerên wî li gorî madeyên (3) û (7) û xala (a) ya madeya (10) û kar bi madeya (11) li gorî yasaya hejmar (19) a sererastkirî ya sala 1959an ketin ber lêborîna giştî.

Piştî reftarên xerab ên Cefer Baqirov bi hevsengerên wî re, Barzanî biryar da ku koma xwe ya serbazî di 29ê Tebaxa 1948an de ji Azerbaycanê bo komelgeha Cer Cûk a nêzîkî paytexta Ûzbêkistanê Taşkentê veguhezîne, li wir perwerdeya xwe ya serbazî berdewam kirin.

Piştî derketina fermana lêborîna wan di 16ê Nîsana 1959an de, bi keştiya Krûzya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Îraqê bi hevsengerên xwe re vegeriya Kurdistanê. Beşdarî Şoreşa Eylûlê û di sala 1963an de li gundê Spîndare yê devera Xoşnawetî li binê çiyayê Hewrê Şehîd bûne, û li wir hat veşartin.

Çavkanî:
  1. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirinê ya Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  2. Heyder Farûq El-Samirayî, Ziya Cefer û rola wî ya siyasî û aborî li Îraqê, (Londûn – Darulhikme - 2016).
  3. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyê rizgarîxwazî Kurd 1931 - 1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
  4. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Demokrat a Kurdistanê.
  5. Nivîsa biryara Komîsyona Lêborîna Giştî ya vegerandina rûmetê bo Şehîdên Şoreşa Barzan, Kovara Rizgarî, hejmar 3,2, Çapxaneya Rêkxistinê, Bexda, 1ê Nîsana 1959an.