Azad Silêman Mîran Bayiz Beg di sala 1948an de li qezaya Şeqlaweyê di nav malbateke şoreşger û kurdperwer de ji dayik bûye, navbirî heta qonaxa dawî ya zanîngehê xwendiye. Navê dayika wî Helîme Zubêr bûye.
XebatnameAzad Mîran di qonaxa xwendina amadeyî de peywendî bi rêzên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê dike, di sala 1968an de naçe zanîngehê û peywendî bi Hêzên Balekê dike û dibe Pêşmerge, sala 1970yî bi fermana Partî, nasnameyeke nû jê re tê çêkirin û diçe bajarê Bexdayê û dibe xwendekarê beşa Kurdî li zanîngehê. Her bi çûna xwe ya zanîngehê li gel her yek ji hevalên xwe Cewad Murad, Nerîman Fûad, Leyla Qasim torgirekî xwendekaran çêdikin û mijûlî karê rêkxistinî dibin.
Di sala 1974an de li gel hevalên xwe biryara encamdana du çalakiyan didin li bajarê Bexdayê, Cewad Murad bi rêya Leyla Qasim kelûpel û pêdiviyên van çalakiyan digihîne Azad Mîran û hevalên wî.
Di roja 28ê nîsana 1974an de li du cihên cuda yên bajarê Bexdayê çalakiyan bi serkeftî encam didin, lê her di heman roj û saet yekê şevê de her yek ji Leyla Qasim, Azad Silêman, Nerîman Fûad, Hesen Hemereşîd, Cewad Murad tên girtin û piştî çend rojan di zindan û êşkenceyê de di roja 13ê gulana 1974an de tên sêdarekirin.
Çavkanî:Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





