Abid Reşîd Ebdulkerîm Ehmed sala 1957 li gundê Rêyşaw ser bi nahiyeya Sîrwan ya parêzgeha Helebce ji dayik bûye, rûniştvanê bajarê Helebce bûye û ser mijûlî kesabetiya nav bazara Helebce bûye, dayika wî navê wê Behiya Mihemed e û xwediyê çar bira bi navên Baqî, Wehbî, Yeqbal û Behadîn e û xwediyê sê xwişka bi navên Rûnak, Berhem û Ayşe ye. Behadînê birayê wî sala 1996 li bajarê Hewlêrê Şehîd bûye, Abid Reşîd sala 1986 Şehîd dibe.
XebatnameAbid Reşîd Ebdulkerîm Ehmed sala 1981 peywendî bi Lîjneya Navçeyê ya Helebce ya ser bi lîqa çar ya Partî dike, sala 1982 bûye Pêşmerge di betalyona Wêsta Qadir de, di heman demê de li navçeya Helebce pileya berpirsiyarê bingehê wergirtiye ji bo karûbarên rêxistinê, di berwarî 11ê Çiriya Paşîn a 1986 bi sedema êrîşa hikûmeta Îraqê bo ser sengerên Hêzên Pêşmerge li Ehmedawa, Abid Reşîd û du ji hevsengerên wî bi navên Elî Kalaşînkof û Yasîn Kerîm Şehîd dibin.
Çavkanî:Arşîvî Desteya Ensîklopîdiya Partî Partiya Dêmokrata Kurdistanê.





