Piştî ku Komara Kurdistanê rastî şikestinê hat, hêzên Barzaniyan bi fermandariya Mela Mistefa Barzanî biryar dan ku careke din vegerin welatê xwe. Di dema vegerê de, rastî çendîn şer û pevçûnan hatin bi hêzên artêşa Îranê û eşîrên Kurd û Tirk ên alîgirê hikûmetê. Di encama van şer û berevaniyan de, hejmarek ji Barzaniyan Şehîd bûn û birîndar bûn. Ji aliyekî din ve, wan karîbûn zirarên mezin bigihînin hêzên Îranê. Piştî derketina biryara şer li dijî Barzaniyan, artêşa Îranê di 15ê Adara 1947an de, bi sûdwergirtina ji hêza peyade ya "Qerepax" û leşkerên hêza Kirmaşanê, karîbûn bilindahiyên keleha Xanê Taws bê şer dagîr bikin. Ev dagîrkirin hişt ku artêşa Îranê sûdê ji girîngiya vî cihî werbigire. Di saet 11ê sibehê de, bi alîkariya hêza topavêj, navçeya "Wizne" jî ji aliyê artêşa Îranê ve hat dagîrkirin. Di wê demê de, hejmarek ji hêzên Barzanî yên ku li Derbendê Şeytanabad(1) bûn, gihîştin wê derê û ji bilindahiyên Wizne ber bi keleha Xanê Taws ve çûn. Li wir êrîşî hêzên Îranê û Tirkên ji eşîra "Qerepax" kirin û ew têk birin, û karîbûn hejmarek ji wan bikujin û birîndar bikin, ku di nav wan de fermandeyekî hêzên Îranê bi navê Teymûrî hebû. Lê tevî hemû wêrekî û mêrxasiya ku hêzên Barzanî di wî şerî de nîşan dan, ji ber gihîştina hêzeke piştevanî ku ji baskê sêyem ê fujê "Kebîrî" bi fermandariya lîwa-duyem Nasirî Pûr pêk dihat bo "Wizne" û keleha Xanê Taws bo piştevanîkirina leşkerên Îranê, herwiha ji ber topbarana artêşa Îranê li ser hêzên Barzanî, ev çekdar bo bilindahiyên "Pîrnasir" û gundê "Derbend" vekişiyan da ku canê xwe biparêzin. Herwiha, keleha "Çwarbot"(2) ket destê eşîrên ku alîkariya hêzên dewletê dikirin.
Di berdewamiya wî şerî de ku li çend navçeyan berdewam kir, beşek ji hêzên Îranê bi fermandariya Eqîd Ensarî êrîşî gundê "Qelatan" kirin. Di vî şerî de, hêzên Îranê navçe topbaran kirin û di encama vê topbaranê de, "Sultan Axa" birayê "Hemed Axayê Mîrgesorî" Şehîd bû. Bi dagîrkirina vê navçeyê, gefeke mezin li ser bajarê Şino û gundên deşta Şino ya ku Barzanî lê bûn, çêbû.
Çavkanî:1- Huseyn Elî Rezm Ara, Ferhengê Cografyayî yê Îranê (Gundên) parêzgeha 3 û 4 a Azerbaycanê, Weşanxaneya Cografyayî ya Stada Artêşê, Tehran, 1330.
2- Ebas Xezalî Mîrxan, Le Mehabadewe ta Gader, Hewlêr, çapa duyem, (Çapxaneya Menare - 2007).
3- Sipahbod Mihemed Kazimî, Serhengê 2 yê Stada Menûçehr Elborz, Dîroka pêncî salî ya hêza bejayî ya Şahanşahî ya Îranê, Tehran, 2535.
4- Zerar Silêman Beg Dergeleyî, Bîreweriyên min di salên (1943-1977), (Çapxaneya Rehend - Silêmanî - 2002).
(1) Şeytanabad: ceytan-abad gundek e li navçeya "Mîrdiyê Dol" ya ser bi navçeya sînorî ya bajarê Rizaiye, 46 kîlometre li başûrê rojhilatê Rizaiye - 5/2 kîlometre li rojavayê rêya Rizaiye - Mehabad, li binê çiyayekî ye û niştecihên wê Tirk in.
(2) Çwarbot: cahar-bot gundek e li navçeya "Mîrdê" ya sînorî ya ser bi navçeya Şino ya bajarê Rizaiye, 16/5 kîlometre li başûrê rojhilatê Şino - 8/5 kîlometre li başûrê rêya Şino - Neqede, navçeyeke çiyayî ye bi keşûhewayeke sar û niştecihên wê Kurd in.


