Di sala 1968an de, Îraq di barûdoxeke taybet a siyasî re derbas dibû, ku di nav çend rojan de du derbeyên serbazî dîtin. 17 û 30ê Tîrmehê ew dîrok bûn ku Be'siyan rejîma Serok Ebdulrehman Arif û Serokwezîr Ebdulrezaq Nayif têk birin, û cara duyem desthilat li Îraqê girtin destê xwe, di vê heyamê de ti şer di navbera hêzên Pêşmergeyên şoreşê û hêzên hikûmetê de heta dawiya sala 1968an nebû, lê pevçûnên di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên baskê kevin ê Ofîsa Siyasî de berdewam bûn, û rewş dijwartir bû, bi qewimîna şerên biçûk ên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hikûmetê de car bi car.
Di heman rêzeşer û êrîşên ku vê komê di payîza sala 1968an de li devera Qadirkerem a li devera Germiyanê pêk anîn, hejmareke mezin ji çekdarên wan bi piştevanîya du fujên magawîrên hikûmetê û tank, top, zirxpoş û balafirên şer, êrîşî hêzên Pêşmerge li sînorê çalakiyên fujê pêncê kirin, dema ku fermandeyê fujê û hêzên Pêşmerge yên ser bi wî ve di gerê de ber bi gundê Mehmûd Perîzad ve diçûn, di vê kêliyê de ji aliyê fermandeyê tîman ve bi rêya bêtêlê hatin hişyarkirin ku biçin alîkariya Pêşmergeyên ku di bin fermana Çawûş Settar de bûn, ji ber ku hikûmet û çekdarên baskê siyasî yê kevin êrîşeke berfireh li ser wan pêk anîbûn.
Piştî ku hêzên piştevanîya Pêşmerge gihîştin cihê diyarkirî, dîtin ku hêzên Çawûş Settar zexîre kêm bûne û gelek westiyayî ne û şiyana wan a bergirîkirina li hember êrîşa hêzên dijmin lawaz bû, lewma tavilê kom bûn û planeke êrîşa berevajî danîn û paşê ji çend aliyan ve êrîşî hêzên hikûmetê û çekdaran kirin bi gotina sirûda (Em Kurd in em ê têk neçin.. em şervan in em ê têk neçin), piştî du saetan ji şerê giran, Artêşa Iraqê û çekdar neçar bûn ku vekişin Kerkûkê, fermandeyê hêza Qeredaxê bi rêya bêtêlê agahî da derbarê barûdoxê û fermana neşopandina wan hat dayîn, û tavilê li wir rawestiyan.
Di encama vê têkçûnê de, hikûmet û çekdaran zirarên giran dîtin û hêzên Pêşmerge dest danîn ser gelek alavan, di nav wan de dest danîn ser hejmareke mezin ji çek û zexîre, herwiha têkbirina du tankan û zirxpoşekê û du otomobîlên cureya (Zîl), herwiha cenazeyên gelek çekdaran li qada şer hatin hiştin, paşê encamên şer û serkeftina Pêşmerge di vê destanê de di nameyekê de ji Fermandey Îdrîs Barzanî re hat pêşkêşkirin ku bi xwe bi rêya pêwendiyên bêtêlê çavdêriya şer dikir, di bersiva nameya ji hêzên Pêşmerge re dibêje: (Pîroz be li we hûn piştevanên Germiyan in), û şîretan li wan dike ku çi bikin ji bo veşartina cenazeyan, ji ber ku bawer dike ku xiyanetkar û sîxurên ku hatine xapandin hemû Kurd in, û divê wekî dijmin neyên dîtin û paşê bang li hin xelkên gund kirin ji bo alîkariya wan di komkirin û veşartina cenazeyan de li gorî fermanên dînê Îslamê yê pîroz.
Di dema kampanyaya komkirina cenazeyan de, yek ji niştecihên gundê Zerda cenazeyê birayê xwe û kurê birayê xwe di nav kuştiyan de dît, her du cenaze xistin paşiya kamyonekê û nîşanên şahiyê li ser rûyê wî xuya bûn, fermandeyê hêzên Pêşmerge bi ecêbmayî lê nêrî û jê pirsî çima tu ewqas şa bûyî û te birayê xwe û kurê birayê xwe winda kirine? Bersiv da ku tiştek heye ku min nekarî serê xwe bilind bikim di nav gelê Kurdistanê de ew jî sîxuriya van her du mêran bû, û ev şerm dê bi veşartina wan bi dawî bibe, ev hestê neteweyî yê mirovekî asayî yê nexwendewar bû li yek ji gundên wî welatî, dema ku cenazeyên birayê xwe û kurê birayê xwe yên ku ji ber xiyaneta neteweyî hatibûn kuştin, werdigirt.
Tê bîranîn ku di heyama navbera 29ê Hezîrana 1966an û derbeya Be'siyan di 17 û 30ê Tîrmeha 1968an de, endamên berê yên Ofîsa Siyasî bi hikûmetê re bûn, dest bi tevgerê kirin li dijî Şoreşa Eylûlê bi alîkariya hikûmetê, bi dehan kes ji ber vê yekê bûn qurbanî, û ji aliyekî din ve sivikkirina bendên peymana 29ê, ji bilî vê, di 10ê Mijdara 1968an de rejîma Be's êrîşî deverên di bin kontrola şoreşê de kir bi hemû çekên xwe, û li kêleka Artêşa Iraqê çekdarên hêzên baskê kevin ê Ofîsa Siyasî jî êrîş kirin ku hejmara wan 4-5 hezar çekdar bû, êrîşî hêzên Pêşmerge li newala Cafayetî, Sîwêl, Şarbajêr, Sroçek, Helebce, Biyare û Tewîle, Dukan, Bêtwên, Pişder û Raniye kirin, ji ber ku Be'siyan derfet ji vê komê re vekirin ji ya pêşiyên xwe yên rejîmê pirtir, ji bo dijminatiya şoreşê û êrîşkirina li ser wê û têkbirina Kurdistanê pirtir û pirtir.
Çavkanî:
1- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd, bergî sêyem, beşî yekem, şoreşa Eylûlê 1961-1975, (Çapxaney wezarety roşenbîrî- çapî yekem- Hewlêr, 2004).
2- Arî Kerîm, çend lapereyekî zindû le şoreşî Eylûlda, (Çapxaney Xebat- Dihok- 1999).
3- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 jiyan û rolî siyasî û serbazî le bizûtnewey rizgarîxwazî Kurd da, (Çapxaney Hêvî- Hewlêr- 2019).
4- Îbrahîm Celal, Başûrî Kurdistan û şoreşî Eylûl binyadnan û heltekandin 1961- 1975, çapî çwarem, 2021.
5- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, çapxaney zankoy Selahedîn, çapî yekem, (Hewlêr- 2012).


