Kaniyelinca yek ji gundên devera Barzan e li rojhilatê Şêrwan Mezin hatiye avakirin, 2 km ji rêya sereke ya Mêrgesor – Şêrwan Mezin dûr e, ligel gundên Helaniyê û Bêroxî yên Bakurê Kurdistanê sînor e, ji aliyê kargêriyê ve ser bi nahiya Goretû ye li qezaya Mêrgesor([1]), ew gund jî wekî sercem gundên Kurdistanê sala 1979an ji aliyê hikûmeta Be's ve hat xapûrkirin û niştecihên wê hatin raguhastin bo komelgehên zorê yên Diyana û Herîr û Behirkê û Quştepe, ji aliyê şoreş û berxwedanê ve niştecihên wî gundî beşdariya çalak hebûye di şoreşên yek li pey hev ên Kurdistanê û şoreşgerên navdar jê derketine wekî Ehmed Mistê û Salih Elî Mihemed nasraw bi Sako Kaniyelincî û gelekên din([2]).
Piştî hilgirsana Şoreşa Gulanê û girêdana kongreya nehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê di 10ê çiriya paşîn a 1979an de li Rojhilatê Kurdistanê([3]), yek ji biryarên kongreya nehem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê şandina Hêzên Pêşmerge bû bo Kurdistanê bo destpêkirina karê rêkxistinê û encamdana çalakiyên Pêşmergeyî li navçeyên cuda, devera Barzan jî yek ji wan navçeyan bû ku ser bi baskê rastê yê Lîqa 2 ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bû bi wê pîvanê ku sînorê Lîqa 2 dabeşî ser du baskên sereke rast û çep hatibû kirin, baskê rastê erkê wî li sînorê devera Barzan û derdora wê bû, serperiştiya wê bi Dr. Seîd Barzanî hatibû spartin bi hevkariya desteyek ku pêk dihatin ji Hacî Mîrxan Dolemerî û Mela Umer û Mlazim Nîhad û Tariq Mewlûd, ew hêza Pêşmerge destpêka hatina wan bo deverê li çiyayê Bradost li şikeftekê baregehek pêk anîn û hinek azûqe û pêdivî embar kirin, destpêkê dest bi komkirina agahiyan kirin li ser serbazgeh û rebaye û xalên leşkerî yên deverê ku bi şêweyê zîk zak bo parêzgariya rêyên sereke hatibûn rêkxistin û telbend û mînrêj kirî bûn([4]).
Yek ji rêzeçalakiyên Pêşmergeyên Hêzên Barzan êrîşek bû bo ser rebaye û binke leşkeriyên hikûmetê li Kaniyelinca, piştî danîna nexşe û plan bo lêdana binke leşkeriyên cihê di 21ê çiriya paşîn a 1983an de plan bi rê ve çû, piştî ku Pêşmergeyan di dema diyarkirî de êrîş kirin ser binke û baregehên wan bi demekî kurt karîn destê xwe deynin ser û ziyana mezin bigihîninê. Cuda ji wê ku hêzên hikûmetê ziyan gihîştê tirs û dilgiraniyê ji bo wan çêbû ku Pêşmerge li navçeyê hebûna wan heye û di lêdana serbazgeh û rebaye û binke û baregehên Be's de berdewam in û çalakî li navçeyê dengvedana wan hebû, herçend di wê dastanê de Hêzên Pêşmerge jî ziyan hebû ku 3 Pêşmerge tê de şehîd bûn bi navên Salih Umer, Enwer Xerdinî, Zubêr Haris Mamîskî ([5]).
Çavkanî:- Haşim Şêrwanî, Devera Barzan, Coğrafya – Dîrok – Keltûr, çapa yekem, çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, Hewlêr – 2008.
- Hacî Mîrxan Dolemerî, Geran bi dû dadperweriyê de, berga duyem, çapa duyem, Kurdistan – 2021.
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
- Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Kongre û Konferans(Program û Peyrewê Navxwe) berga yekem, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, 2021.
[1] - Haşim Şêrwanî, Devera Barzan, Coğrafya – Dîrok – Keltûr, çapa yekem, çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, Hewlêr – 2008, r26.
[2] - Haşim Şêrwanî, heman çavkanî, r246.
[3] - Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Dîroka Partiya Dêmokrata Kurdistanê – Kongre û Konferans(Program û Peyrewê Navxwe) berga yekem, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, 2021, r369.
[4] - Hacî Mîrxan Dolemerî, Geran bi dû dadperweriyê de, berga duyem, çapa duyem, Kurdistan – 2021, r252.
[5] - Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweya Rizgarixwazî Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, r61.





