Di Kanûna Duyem a 1983 de berpirsên Pêşmerge li navçeya Dihokê, civîneke xwe pêk anîn ji bo berdewamkirina çalakiyên Pêşmerge û êrîşkirina ser binke û rebayên Beis, ji bo ku bi tundî êrîşî hêzên rejîma Beis bikin û tirs û xofê bixin dilê hêzên wan û hêz û şiyana Pêşmerge bînin bîra wan. Berpirs û endamên Lijneya Navçeya Dihokê ya Partî Demokratî Kurdistan û berpirs û endamên rêxistina Hurmiz Melik û Tahir Zêweyî di civînê de beşdar bûn, desteyek pêk anîn wek derçûna destpêkê ku biçin cihekî destnîşan bikin, ji bo şarezayî û komkirina zanyariyan û çawaniya êrîşkirina ser binkeya serbazî, desteya Pêşmerge ji heşt kesan pêk hatibûn bi serperiştiya Mihemed Salih, di şeva 9 li ser 10ê Kanûna Duyem a 1983 rebayek li sînorê gundê Badê diyar kirin (Murad, 2007, 160).
Di wê demê de çalakiyên şoreşa Kurd di şerê partîzanî de li dijî rejîma serdest zêdetir xwe di êrîşkirina ser rebaye û binkeyên serbazî de didît (Barzanî, 2021, 93 ), Pêşmerge xwe gihandin nêzîkî rebayê, ku li ser cihekî bilind ê zehmet hatibû avakirin, bi çend rêzan derdora wê hatibû mînkirin, Pêşmergeyan pir bi hişyarî bêyî ku serbazên rebayê bi agah bên mînên xwe rakirin û pûç kirin û li cihê xwe danîn ve heta serbazan hest pê nekirin ku destkarî kirine, paşê sê xal destnîşan kirin li beşa rojavayê rebayê 40 – 50m ji hev dûr bûn, du cihên wan ji bo bicihkirina RPG û ya din ji bo bîksî ku ji wir ve teqe li rebayê bikin, piştî temambûna wan di encamdana plana yekem, cihê xwe hiştin. Roja din vegeriyan baregeha navçeyê û tevahiya plan û zanyariyên xwe bi berpirsên hêza Pêşmerge ragihandin (Murad, 2007, 160).
Di wê serdemê de hêza Pêşmerge di çarçoveya rêxistina partî de wek liq û navçe û rêxistin hatibûn rêxistinkirin (Gerdî, 2021, 269). Berpirsê navçe û her du rêxistinên navborî Pêşmergeyên xwe kom kiribûn û hêzeke ji 21 Pêşmergeyan bi serperiştiya Mihemed Salih pêk anîn, bêyî ku yek ji Pêşmergeyan jê re bê gotin ku çi dikin û bo ku derê diçin.
Di 10ê mehê de ber bi gundên Buyta û Bakozê ve bi rê ketin û çûn gundê Badê, ji bo xwarina nanê êvarê li ser malan dabeş bûn û paşê ji bo bêhnvedanê çûn mizgefta gund, di nîvê şevê de yanî piştî xewtina niştecihên gund, rabûn û xwe amade kirin, berpirsê hêzê nexşeya êrîşkirinê ji bo ser rebaya nêzîkî gund ji bo Pêşmergeyan eşkere kir, hêza xwe li ser wan xalan dabeş kir ku berê plan ji bo danîbûn, ji bo her xalekê çar Pêşmerge hatin destnîşankirin ji bo bikaranîna RPG û bîksî ku hemleya yekem a êrîşê bû (Murad, 2007, 161).
Demjimêr 12ê şeva 11 li ser 12ê Kanûna Yekem a 1983 hêza Pêşmerge li gundê Badê derketin ber bi bilindahîya serê gund ku rebayeke hêzên serbazî yên hikûmetê lê hatibû danîn ji bo çavdêrîkirina gund û derdora wê di hebûna hêza Pêşmerge de, nîv şeveke sar û sermaya berfî ya zivistanê, Pêşmergeyan yek li pey yek rêz girtin, bi bilindahiyê de hilkişiyan, bo demjimêr yekê şevê gihîştin cihê mebest ku xala danîna RPG û bîksî bû, di demekê zû de bêyî ku sarbûnê bikin, wek çawa nexşe jê re hatibû danîn her tîm û ber bi xala xwe rê girtin û berpirsê çalakiyê Mihemed Salih rêberî dikirin, RPG û bîksî bi destan li cihê diyarkirî bicih bûn (Murad, 2007, 161).
Demjimêr yekê şevê ferman ji aliyê berpirsê hêzê hat dayîn hemleya yekem birêve biçe ku du RPG û bîksî bûn, ligel wergirtina fermanê ji sê xalan ve taq û dîwarên rebayê sor bûn bi lêdana ji nişka ve, şeva tarî û reş bû bi roja ronak, pirîskên teqînên gulleyên RPG û bîksî bi çar derdora rebayê de belav bûn, di dema 20 xulekan de her RPG-yekê 6 gulleyên xwe bi dîwarên rebayê de teqandin, dema Pêşmergeyan zanîn serbazên rebayê di xala pasewaniyê de westiyayî û ziyanbar bûne, êrîşa RPG-yan ragirtin û hemleya duyem dest pê kir ku êrîşkirin bû bo nav rebayê.
Pêşmerge ji dîwarên rebayê nêzîk bûn û bi narincokên destan careke din nav rebayê agir berdanê, her cihê dengê teqeya serbazan jê dihat, çend narincokên xwe tê avêtin û bêdeng dibû. Dema zanîn êdî bergirî bi dawî bû, çend Pêşmergeyan xwe xistin nav rebayê û dest danîn ser tevahiya rebayê, çend gulleyên xwe li ser hewraz bi asman de teqandin, wek nîşana serkeftin û girtina rebayê (Murad, 2007, 162).
Piştî ku dest danîn ser rebayê hemû wan serbazên tê de di erkê de bûn 9 kesên wan hatin kuştin û çar ji wan dîl hatin girtin, ku yek ji wan berpirsê rebayê bû, tevahiya çek û teqemeniyan dest danîn ser, birê wê pêk hatibû ji 10 kalaşînkof û 4 RPG û 7 qenas ligel 300 fîşekên kalaşînkof û 15 gulleyên RPG û 700 fîşekên bîksî û 120 narincokên destan û 64 macorên tivingê û hinek kelûpelên din, paşê destkeftiyên xwe hildan û dîlên xwe dan pêş xwe û cihê xwe hiştin, ber bi gundê Badê ve bi rê ketin li wir jî bi otomobîlekê ber bi gundê Zêwe, piştî bêhnvedaneke kurt, ber bi baregeha Lijneya Navçeyê ve bi rê ketin, ku gihîştin ji aliyê berpirsê navçeyê û tevahiya Pêşmergeyan pêşwaziyeke germ lê hat kirin, dîl û destkeftiyên xwe pêşkêşî Lijneya Navçeyê kirin, piştî civîneke destkeftî li ser Pêşmergeyan hatin dabeşkirin, paşê aheng saz kirin, dest bi stran û govendê kirin bi boneya serkeftinê (Murad, 2007, 163).
Çavkanî:1- Barzanî, Mesûd, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
2- Murad, Mihemed, Xebata Çiya, bîranîn û serhatiya şoreşa Gulanê di navbera salên (176-1989) de, çapxaneya Kurdistanê – Zaxo, 2007.
3- Gerdî, Xazî Adil, Pêşmergeyek di xizmeta rêbaza Barzanî de Hecî Bêroxî berga duyem, çapa duyem, Tirkiye- 2021.





