Di rastiyê de rêxistinên Partî di nav yekîneyên leşkerî yên Zaxo de bi berdewamî nûçe û tevgerên artêşê li herêmê ji bo berpirsê lijneya navçeya Zaxo ya partiyê Mela Salih Hacî Balqusî vediguhestin, navborî jî ji aliyê xwe ve zanyarî digihandin fermandeyê navçeyê Îsa Siwar. Her ji Adara 1962an ve Pêşmerge dest danîbû ser hejmarek ji rebiyên hikûmetê, li Geliyê Zaxo û nahiya Silîvana (Asîhê) xwe li gundê Tirikja û Geliyê Qelma qahîm kiribûn. Îsa Siwar nameyeke lezgîn ji lijneya navçeya Zaxo werdigire ku feucekî serbazî ji Şêxan, bi fermandetiya eqîd Mecîd Sebi El-Ebusî bi mebesta cihguhertinê li gel feucê Batîfa tevdigere. Feucê Batîfa di beyaniya roja 1ê Nîsana 1962an de ji geliyekê ber bi serbazgeha Faydê ve bi rê ket, di saet 8:00an de serê karwanê gihîşt nav Geliyê Zaxo. Cihê gotinê ye ev zanyarî ku berê bi rêya Xurşîd Selîm Şêr ve hatibû dayîn, ku endamekî rêxistinên Partî bû di feucê 2yê lîwaya 3an de, wî jî ji aliyê xwe ve nûçeya veguhastina feucê digihîne Mela Elî Reşad Hacanî, da ku fermandeyê Pêşmerge Îsa Siwar agahdar bike.
Dema nûçe gihîşt, Îsa Siwar li gundê Hesen Ava li gel çend serqolên Pêşmerge civînek pêk anî, mebest ji wê civînê danîna nexşeyekê bû, ji bo lêdana feucê 2yê lîwaya 3an a Artêşa Iraqê. Piştî gotûbêjkirina planê bi vî awayê jêrîn hêzên Pêşmerge li nav Geliyê Zaxo li ser çend komelan hatin dabeşkirin ku komela yekem ku pêk dihat ji Îsa Siwar û hinek ji pasewanên wî û çend Pêşmergeyên Berwarî Bala bi fermandetiya Derbaz Herûrî li jêr Geliyê Zaxo nêzîkî gundê Hesen Ava dabeş bûn. Komela duyem li jêrê geliyê bi aliyê rojava ku ji qola Haşim Mîrozî, Yasîn Reşê Mîrozî, Ehmed Muhu Şeranişî, Elî Reşo, Ferhan Elî û Eref Derwêş pêk dihat. Di navenda geliyê de komela sêyem bi aliyê rojhilat heta nêzîkî binkeya Serîjê Bûkê pêk hatibûn ji serqol Elî Halo, Selman Xurşîd, Seîd Halo, Seîd Xelîl û çend Pêşmergeyên din. Komela çarem ku pêk hatibûn ji Şêx Mistefa Hacî Mehmûd, Mihemed Xalid, Noman Mihemed, Şeban Seîd û Cangîr Sêvo, erka vê komelê mijûlkirina xala serbazî ya Kelfirînê bû. Herçî komela pêncem e ku pêk hatibûn ji her yek ji Silêman Laçî Mîzorî Bala, Eref Silêman Doskî, Elî Elî Seyfedîn, Şêx Sedîq Ebdullah û Emîn Ozmanî û çend Pêşmergeyên din, evan aliyê rojhilatê Geliyê Zaxo heta navenda wê girtibûn. Komela dawî jî çend Pêşmerge bûn bi fermandetiya serqol Yasîn Muhê Dîzoyî û Pêşmergeyên Ebdulrehman Mihemed Ebdal, evan ji bo lêdan û mijûlkirina xala serbazî ya Koxên - Tirikja hatibûn raspardin. Her di wê civînê de plana şer jî hatibû danîn, bi awayekî bû ku her aliyek pabendî rêwerzan be, plan ew bû yekem teqe ji aliyê qola Elî Halo ve bê kirin, herwiha ew dubare kiribûn ku Pêşmerge xwe ji dijmin û bi taybetî ji balafiran biparêze, tişta ku gelek li ser hatibû tekez kirin ew bû ku bi ti awayî nabe du otomobîlên destpêka karwanê derbas bibin, ji ber ku ya yekem a fermandeyê feucê ye û ya duyem a bêtêlê ye, eger wan xwe gihandiba Faydê li Dihokê ew hêz bi hawara wan ve dihat.
Piştî wê xosazdan û amadekirinê plana rûbirûbûnê bi şêweyê danîna kemînekê hat danîn, Pêşmerge bi şêweyeke gelek veşartî û bi planeke leşkerî ya xurt bi dirêjahiya geliyê xwe bi pelên daran nixumandin, yekem kar ku Pêşmerge kir birîna xetên telefonê yên di navbera Zaxo û Mûsilê de bû. Di berbanga 1ê Nîsana 1962an de karwanê feucê gihîşt nav gerûyê, ku pêk hatibû ji 35 otomobîlan, pênc tank, pênc otomobîlên cîb ên taybet bi efseran, li gel du pîkab ji bo pasewaniya fermandeyê feuc û amûrên bêtêl û peywendîkirinê, dema gihîştin dawiya gerûyê, ji aliyê Pêşmerge ve, karwanê leşkerî li her du aliyan rastî agirbaranê hatin. Encama pevçûnê bû sedema kuştin û birîndarbûna hejmarek efser û serbazan, di nav wan de fermandeyê feucê eqîd Mihemed Yehya birîndar bû, alîkarê wî muqedem Nesîm Turkmanî hat kuştin, herwiha şeş efser û 173 serbaz û pile-dar bi dîl ketin destê Pêşmerge, 53 efser û serbaz birîndar bûn, li gel wê jî Pêşmerge karîn dest deynin ser tevahiya çek û teqemenî û otomobîlên leşkerî û kelûpelên feucê, ku li jor hatiye amaje pêkirin, li hember de ziyana canî ya Pêşmerge, şehîdbûna her yek ji Yasîn Mîrozî, Sebrî Ebdî, Qadir Îsmaîl Hesen bûn, di heman demê de bû birîndarbûna çend Pêşmergeyan ji wan Mihemed Yûsif Gravî, Îsmaîl Hejer, Feyzî Osman, Silêman Asû û çendên din.
Ew şer dengvedaneke mezin di navendên leşkerî, siyasî û gelêrî de da, heta artêşsalarê Iraqê lîwa rukin Ehmed Salih Ebdî li asteng bû brûskê ji Ebdulkerîm Qasim re bixe rû, zêdetir ji 10 xulekan brûska şikestê di gihandinê de paşxistibû, li Bexdayê jî ev dengbêjî di wê demê de belav bûbû, ku artêşsalar daxwaz ji efserekî kiriye da ku brûskê li ser maseya serokkomar deyne, ev jî bû sedema ku ev şikesta rûreşker bi şêweyeke berfireh li hemû Iraqê deng bide, wisa lê hat hemwelatiyên Iraqî kenê wan bi propagandayên Ebdulkerîm Qasim dihat ku berê ragihandibû min dawî bi çete û rêgiran aniye! Di heman demê de artêşê jê re derket şer û kuştar li Kurdistanê çû qonaxeke nû û jinavbirina bizava Kurdî ne hêsan e, heta hêz û aliyên siyasî yên Iraqî derk bi wê kiribûn ku berdewamiya şer li Kurdistanê ziyaneke zêdetir bi Iraqê digihîne û kêşe berdewam dibin, tenê Partiya Beis û neteweperestên erebî nebe, helwesta wan nehatibû guhertin li hember doza Kurd, bangeşeya wê dikirin ku serhildêriya Kurd, bi sedema nerm û nîaniya Ebdulkerîm Qasim û bikarneanîna tundûtûjiyê li hember wan, lewma berdewam e, dikare bi rêya topbarana çir û bikaranîna hêza zêde û tundûtûjiya zêdetir li dijî wan bên tepeserkirin û jinavbirin. Her wisa derket bertekên hikûmetê pêk hatibû ji şandina hêz û yekîneyên artêşê yên zêdetir bo Kurdistanê, di heman demê de hempeke şopandin û girtina xelkê sivîl û hevsûz û alîgirên şoreşa Kurdî li bajarokê Zaxo dest pê kir bi tohmeta piştgiriya şoreşa Kurd bê hebûna ti belge û şahîdmanekê di zindanan de hatin avêtin.
Çavkanî:1. Ebdulfetah Elî El-Bûtanî, herêma Badînan 1925 – 1970, c. 2, çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, Hewlêr, 2017, r. 166.
2. Mihemed Salih Pêndroyî (Ceger Sûz), Jiyan û xebata Şehîdê Fermandey Ebdurehîm Cesîm Barzanî, bê cihê çapê, 2020, r. 61.
3. Rojîn Çilbî Munîr, Zaxo 14ê Tîrmeha 1958 – 6ê Adara 1975, Senterê Zaxo bo Vekolînên Kurdî, Zaxo, 2018, r. 151 – 152.
4. Şekîb Eqrawî, Senewat El-Miḥne fî Kurdistan. Ehem El-Ḥewadîs El-Siyasîye Wel-Eskerîye fî Kurdistan we Îraq min 1958 – 1980, çapxaneya El-Seqafe, Hewlêr, 2007, r. 72 – 73.





