Geliyê Reşava dikeve navçeya Amêdî û Dêrelûkê li devera Badînan([1]), bi sedema helkefta cografî û hevsûziya niştecihên navçeyê bo hêza pêşmerge encamdana çalakiyên partîzanî hêsantir bûn, her lewma di rûyê şoreş û berxwedanê de wekî sercem navçeyên din ên Kurdistanê rolekê bandorker hebûne di palpiştiya şoreşê de, hikûmeta Iraqê di piraniya deman de hemleyên fireh bo ser Kurdistanê dest pê dikir li hinek navçeyên taybet, bo vegerandina wan cihên ku ketibûn ber destê pêşmerge û tepeserkirina dengê şoreşê bi giştî, bi temamî hêzên çekdar ên xwe li dijî hêzên şoreşê didan, çimkî liv û tevgera pêşmerge û çalakiyên wan di piraniya navçeyan de zêde bûbûn, her ji destpêka meha kanûna duyem a 1987an Artêşa Iraqê û hêzên çekdar ên din hemleyeke fireh dest pê kirin bo ser Etruş û Qelaya Kanîka li Badînan nêzîkî 20 rojan xeyand, bi behaneya wê yekê ku ew navçe ketibûn bin desthilat û hejmoona hêza pêşmerge([2]). 

      hêza pêşmergeyê Kurdistanê bi wê şiyana serbazî ya ku di ber destê xwe de bû di rûyê hejmara pêşmerge û çek û teqemeniyan de li dijî hêzên hikûmetê dida û derbeyên kujer lê dida, dîyar e her wekî amaje pê hatiye kirin hikûmet di destpêka meha kanûna duyem a 1987an de hemleyeke serbazî ya mezin li navçeya Etruş girtibû ber, hêza pêşmerge jî li navçeyên din bo kêmkirina guvaşa artêş û hêzên çekdar ên hikûmetê li bereya şer rê li qafilên serbazî digirtin û çalakiyên cur bi cur encam didan.

     serê êvara 11ê kanûna duyem a 1987an derdora demjimêr çar li Geliyê Reşava dengê teqeyeke zêde hat bihîstin, hêza pêşmerge her ji Amêdî heta Dêrelûkê rêyên sereke girtibûn pir bi tundî qafilên serbazî kirin armanc û êrîş birin ser ku bi rêyê de derbas dibûn bi arasteya bereya şer, tevî wê yekê êrîş birin ser baregeha fewca Dêrelûkê û baregeha partiya Beis û binkeya emnî ya şarokeyê, dîyar e ew hemleya hêza pêşmerge bo ser hêzên Iraqê ziyana mezin gihand wan ku pêk hatibû ji şewitandina baregehên fewc û partiya Beis û binkeya emnî herwiha têkşikandina topeke 82mîlîmetrî û du tankên serbazî û yek zirêpoş û otomobîleke serbazî([3]).        

       şayanê behsê ye çalakiyên pêşmerge li piraniya navçeyên Kurdistanê bi cureyekê teşene standibû hikûmet herasandibû ku her tim di bîra encamdana hemleyeke serbazî de bû bo dûr xistina metirsiya li ser dezgeh û damezraweyên xwe.

     

Çavkanî:
  1. https://www.facebook.com/103736608439721/photos/a.106062804873768/106311994848849/?type=3
  2. Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.  
  3. Şîmal Zêbarî: Hinek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015.  

 

[1] - https://www.facebook.com/103736608439721/photos/a.106062804873768/106311994848849/?type=3

[2] - Şîmal Zêbarî: Hinek rastiyên veşartî di Şoreşa Gulanê de, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015, l356-374.  

[3] - Mesûd Barzanî: Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021, l75.