Rûdana şer

Di dîroka 11ê çiriya pêşîn a 1977an de, piştî civîna serkirdatiya Herêma Du ya Soran bi serperiştiya Kemal Kerkûkî li mala Bayiz Ebdullah li gundê Xurxurê, biryar hat dayîn ku ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve êrîşî ser nahyeya Bengirdê bê kirin, ji bo vê mebestê hêza Pêşmerge bo ser çend mefrezeyên biçûktir hatin dabeşkirin, di nav wan de mefrezeya Hacî Feqê Îsmaîl ku ji Pêşmergeyên navçeya Cafayetî pêk dihatin, mefrezeya Salih Mela Ehmed, mefrezeya Hacî Şêx Husên Loter, mefrezeya Hacî Mihemed Sûfiyanî û li gel beşek ji Pêşmergeyên Gelaleya Şinkayetî, her heman şev anku 11ê kanûna pêşîn ji aliyê mefrezeyên Pêşmerge ve êrîşî ser nahyeya Bengirdê hat kirin û karîn di demekê kurt de dest bi ser baregeha polîs û binkeya rêxistina partiya Beis li nahyeya Bengirdê de bigirin û heta ji bo wê şevê bi temamî dest bi ser nahyeyê de hat girtin, piştî ku hêza Pêşmerge destkeftiyeke baş bi dest xist, bo sibehê roja din paşekişe kirin û nava nahyeyê vala kirin, di wê êrîşê de her yek ji Kuêxa Pîrot, Heme Sûrê Hacî Resûl û Hemeyê Kake Sûr di hêza Pêşmerge de birîndar bûn.

Çavkanî:

-1 Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.