Di 8ê Sibata 1963an de Beisî û neteweperestên ereb bi rêya derbeyeke serbazî dest danîn ser desthilata Iraqê, her di destpêka derbeyê de ne tenê amaje bi mafê otonomiyê bo Kurd nehat kirin, belkî bi ti awayî di peyrew û karnameya siyasî de behsa neteweya Kurd bûnê jî nedikir, ev yek amajeyeke metirsîdar û wêneyeke gefxwer bo paşeroja Kurd jê dihat xwendin, çimkî her ji destpêkê ve diyar bû ku ew derbeyeke serbazî ya tolhildanê ye ne guhertina sîstemeke dîktatorî, ligel wê jî serkirdatiya şoreşa Kurd bi rêya telgrafekê pîrozbahî û piştevaniya xwe bo serokên derbeyê ragihand, herçend nêzîkî sê mehan şer û êrîşên serbazî li ser Kurd hatin sekinandin û gotûbêj dest pê kir, lê Beisî bi niyeta çareserkirina kêşeyan nehatin pêş, lewma temenê gotûbêjan ewqas dirêj nebû, belkî şer û êrîşên Beis bo ser Kurdistanê dest pê kir.
Di 2ê Gulanê 1963an de fermana giştî ya artêşê derket ku dorpêça aborî bê xistin ser Kurdistanê, piştre ewqas derbas nebû bi taybetî di 1ê Hezîrana 1963an de careke din şer dest pê kir, yek ji wan şeran ku em dixwazin li vir behsa wê bikin êrîşa ser gundê Bawexoşîn bû li nêzîkî Derbendîxanê, piştî ku hêza Pêşmergeyê Qeredaxê nûçe gihîştê ku êrîşa Artêşa Iraqê bi armanca dagîrkirina gundê navborî dest bi tevgerê kiriye, tavilê dest bi amadekariyê kirin bo rûbirûbûna êrîşa artêşê.
Demjimêr 8ê sibehê di 4ê Tebaxa 1963an de Artêşa Iraqê ji Derbendîxanê êrîş dest pê kir, berî destpêkirina êrîşa piyade topbaranekî çir ya navçeyê kir, wisa diyar e Pêşmerge bi cureyekî xwe amade kiribû ku nehêlin artêş bigihîje gundê Bawexoşîn û gundê Gulan, dema ku êrîşa bejayî ya artêşê dest pê kir şerekî dijwar di navbera wan de çêbû, piştî du demjimêran şer û pevçûnan Artêşa Iraqê bi cureyekî têk çû neçar ma paşekişê bike bo serbazgeha Derbendîxanê, tevî ku ziyaneke zêde gihîştê, hêza Pêşmerge tenê du birîndarên wê hebûn.
Çavkanî:1- Hoşeng Salih Nejar, Şoreşa Eylûlê di rojname û belavokên Iraqî de 1961 – 1976, Çapxaneya Danişfer, Hewlêr – 2023.
2- Hawkar Kerîm Heme Şerîf, Şoreşa Eylûlê, Çapxaneya Zanîngeha Selahedîn, çapa yekem, Hewlêr, 2012.
3- Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga sêyem, beşa yekem, Şoreşa Eylûlê 1961-1975, Çapxaneya Wezareta Rewşenbîrî, ç: yekem, Hewlêr, 2004.
4- Xoşewî Elî Kaniye Linci, Bîranînên Ezîz Qadir Heme Surçî, Çapxaneya Danişfer, çapa yekem, Hewlêr - 2023.





