Di sibehê 24ê nîsana 1974an de, Artêşa Iraqê êrîşek bir ser deverên di bin kontrola şoreşa Kurdistanê de, û bi hemû hêz û şiyana xwe ya serbazî ket şer û bi armanca kontrolkirina hemû axa Kurdistanê pêşve çû. Hin hêzên wê di 25ê nîsana 1974an de bi rêya Kerkûk-Silêmaniyê berî gihîştina Cemcemalê hewl dan ber bi Sengawê ve biçin. Yekîneyên wê hêzê ji fujê duyem ê hêza çarem a firqeya duyem a Kerkûkê pêk dihat û bi piştgiriya tûgaya tankan ku li pêşiya hêzan diçûn. Wisa dixuye ku Artêşa Iraqê nizanibû ku hêzên Pêşmerge yên ser bi fujê yekem ê hêza Kerkûkê ya duyem ve bi hemû hêza xwe li hember wê disekinin.
Li devera Şîwesor, hêzên Pêşmerge di cihê xwe yê berevaniyê de xwe bi cih kirin û astengeke betonî ya mezin li pêşiya pêşveçûna hêzên Iraqê çêkirin. Herwiha wan mayînên dijî tankan û dijî kesan li rêya artêşa êrîşkar danîn. Dema şer dest pê kir, hejmarek ji tankên Artêşa Iraqê ji ber teqîna mayînan têk çûn. Di vê navberê de fermandeyê fujê 2 yê peyade, Pêşmergeyê Rêveber Ziyaeddîn Cemal ferman da ku tank di pêşiya êrîşê de neçin, tenê di rewşên pêwîst de.
Piştî ku peyadeyan êrîşa xwe berdewam kirin, ji nişka ve rastî gulebarana Pêşmerge û mayînan hatin. Piştî heşt saetan ji şerê berdewam, Artêşa Iraqê li hember berevanî û seknandina hêzên Pêşmerge rastî şikestineke mezin û ziyanên giran ên canî û madî hat. Di nav kuştiyan de parêzvanê taybet ê fermandeyê fujê jî hebû. Ziyanên madî jî rûxandina şeş tankan, sê zirêpoşan û çend wesayîtên serbazî, herwiha desteser kirina çend perçe çekên sivik û navîn li xwe girt.
Çavkanî:1- Sengêr Îbrahîm Xoşnaw, Rûdawên serbazî yên Şoreşa Eylûlê 1970-1975, çapa yekem, (Hewlêr- 2022).
2- Karwan Cewher Mihemed, Îdrîs Barzanî 1944- 1987 jiyan û rola siyasî û serbazî di bizava rizgarîxwaza Kurd de, (çapxaneya Hêvî- Hewlêr- 2019).


