Jînenîgarî

Îsmaîl Melayehya Muhemmed, sala 1924 li gundê Lîrê ser bi nahiya Şêrwan Mezin li qezaya Mêrgesor a parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye. Jiyana hevjînî li gel Rehîme Umer Ebdullah pêk aniye û tenê yek keça wan hebûye ku navê wê Wejîhe bûye. Sala 2004 li Diyana ya ser bi parêzgeha Hewlêrê koça dawî kiriye.

Xebatname

Di 23ê gulana 1947an de hevaltiya jeneral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û mandûbûneke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.

Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel hemû hevalên xwe li bajarê Nexçewan a Komara Azerbaycanê bo dema çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirî derdor girtî bû, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û kinc û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Dûre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayûlax û Kelbecer a Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de hatine veguhastin bo serbazgehekê li ser Deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê û di 23ê heman mehê de kincên serbazî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa serbazî pê kirine. Di heman demê de rojane bo dema çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ve ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî dane wan.

Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa serbazî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhezînin bo komelgeha Çirçûk a nêzîkî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa serbazî de berdewam dibin.

Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên herewezî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelk bi kirê ji hikûmetê digirtin û dûre beşê hikûmetê didan) kar dikirin.

Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê jeneral Barzanî ve bo Stalîn, dawiyê nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derdeseriyên hevalên xwe dike û ew jî destbercê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirina li ser barûdoxê hevalên Barzanî û dawiyê biryara lijneyê ew dibe ku hemû li bajarê Vrîvîskî kom bibin, lewma navbirî di çiriya paşîn a 1951ê de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.

Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera jeneral Mistefa Barzanî di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewarkirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêbûrdana giştî.

 Sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, navbirî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.

Sala 1961an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û serpel bûye û di şeran de beşdar bûye. Sala 1975an piştî nesko-ya Şoreşa Eylûlê wek penaber berê xwe dide welatê Îranê. Sala 1976an beşdarî Şoreşa Gulanê bûye. Sala 1992an vegeriyaye başûrê Kurdistanê û di sala 2004an li Diyana ya ser bi parêzgeha Hewlêrê koça dawî kiriye û li wir jî bi xakê hatiye spartin.

Çavkanî:
  1. Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê

  2. Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerdeyê - 2004).
  3. Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
  4. Mesûd Barzanî, Barzanî û bizûtneweyê rizgarîxwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998)(.
  5. Nass qarar lejnet el-efw el-am bird el-iitibar ila şuhada sewret Barzan, Meclet Rizgarî, el-eded 3,2, el-metbe'et er-rabite, Bexdad, 1 Nîsan 1959.