Îbrahîm Mîralî Selîm, sala 1927 li gundê Korkê ser bi nahiyeya Gorêto li qezaya Mêrgesor li parêzgeha Hewlêrê ji dayik bûye û sala 1996 li nahiyeya Takistanê ya parêzgeha Qezwînê li Komara Îslamî ya Îranê koça dawî kiriye.
XebatnameDi 23ê gulana 1947an de hevaltiya cenêral Mistefa Barzanî kiriye ber bi Yekîtiya Sovyetê û di şerê Geliyê Qotur û şerê Pira Makoyê de beşdarî kiriye û piştî zehmetî û westandineke zêde, di 18ê hezîrana 1947an de li rûbarê Aras ku dikeve sînorê navbera Îran û Yekîtiya Sovyetê, ber bi Sovyetê ve derbas bûye.
Piştî gihîştina wan bi Yekîtiya Sovyetê, di 19ê hezîrana 1947an de li gel gişt hevalên xwe li bajarê Nexçewanê yê Komara Azerbaycanê bo maweya çil rojan li komelgeheke vekirî ku bi têlên dirikî hatibû dorpêçkirin, hatine danîn û ji aliyê komek serbazan ve pasewaniya wan dihat kirin û ji aliyê xurek û cilûberg û hatûçûnê ve wek dîlên şer muamele li gel wan hatiye kirin. Piştre li ser biryara hikûmeta Sovyetê li ser navçeyên Axdam û Laçîn û Ayolax û Kelbecer li Komara Azerbaycanê hatine dabeşkirin. Di 10ê kanûna pêşîn a 1947an de bo serbazgehekê li ser deryaya Xezer li Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê hatine veguhastin û di 23ê heman mehê de cilûbergên leşkerî dane wan û bi serperiştiya efserên Komara Azerbaycanê rojane heşt saetan meşqa leşkerî bi wan hatiye kirin. Di heman demê de rojane bo maweya çar saetan ji aliyê hinek ji hevalên wan ên ku xwendewarî hebûn, dersên fêrbûna zimanê Kurdî bi wan hatine gotin.
Piştî muameleya xerab a Cefer Baqirov li gel hevalan, biryar tê dayîn kampa leşkerî di 29ê tebaxa 1948an de ji Komara Azerbaycanê veguhêzin bo komelgeha Çirçûk li nêzî Taşkenda paytexta Komara Ozbekistanê û li wir jî di meşqa leşkerî de berdewam dibin.
Di adara 1949an de li gel hevalên xwe bi şêweyê deste û taxim bi şemendeferê li ser gundên hewkarî yên Yekîtiya Sovyetê hatine dabeşkirin û li zeviyên kolxozan (ew zeviyên ku xelkê bi kirê ji hikûmetê digirtin û piştre beşa hikûmetê didan) kar dikirin.
Piştî hewleke zêde û şandina çendîn nameyan ji aliyê cenêral Barzanî ve bo Stalîn, dawî nameyek digihîje destê Stalîn ku tê de Barzanî behsa derd û seriyên hevalên xwe dike û ew jî destbeجê biryara pêkanîna lijneyekê dide bo lêkolînkirin li ser barûdoxa hevalên Barzanî û dawî biryara lijneyê ew dibe ku hemûyan li bajarê Vrîvîskî kom bikin, lewma navbirî di meha çiriya paşîn a 1951an de diçe bajarê Vrîvîskî li Sovyetê.
Piştî şoreşa 14ê tîrmeha 1958an li Îraqê û vegera cenêral Mistefa Barzanî, di 25ê sibata 1959an de û li gorî her du madeyên sêyem û heftem û birgeya (A) di madeya dehem û kar kirin bi madeya (11) bi piştrastbûn bi yasaya hewar kirî ya hejmar 19 di sala 1959an de, ew û hevalên xwe ketine ber lêborîna giştî.
Di sala 1958an Komara Îraqê bi serokatiya Ebdulkerîm Qasim tê damezrandin, Îbrahîm Mîralî di 16ê nîsana 1959an de li gel hevalên xwe bi keştiya Groziya bi rêya bendera Besrayê li başûrê Komara Îraqê vegeriyaye Kurdistanê.
Sala 1965an beşdarî Şoreşa Eylûlê bûye û sala 1975an piştî nesko ya Şoreşa Eylûlê wek penaber rû dike welatê Îranê. Sala 1985an beşdarî Şoreşa Gulanê bûye. Sala 1996an li nahiyeya Takistanê ya parêzgeha Qezwînê li Komara Îslamî ya Îranê koça dawî kiriye.
Serçawe:- Arşîva Desteya Ensîklopediya Partiya Dêmokrata Kurdistanê.
- Hemîd Gerdî, Puxteyê Mêjûname, çapa yekem, (Hewlêr - Dezgeha Çap û Belavkirina Aras - Çapxaneya Wezareta Perwerde - 2004).
- Di bîranîna fermandeyê şehîd Heso Mîrxan Jajokî, 62 roj li gel Barzanî da çûna Barzaniyan bo Yekîtiya Sovyetê, çapa yekem (Hewlêr - Çapxaneya Rewşenbîrî - 1997).
- Mesûd Barzanî, Barzanî û Bizûtneweyê Rizgarixwazî Kurd 1931-1958, (Dihok - Çapxaneya Xebat - 1998).
- Arşîva Desteya Ensîklopediya, Forma Îbrahîm Mîralî Selîm, di dîroka 1ê çiriya paşîn a 2018an - Pîrmam.
- Ness qerar lecnêt el-efw el-am bi-redd el-i'tibar ila şuhada' sewret Barzan, Mecellet Rizgarî, El-eded 3,2, El-metbe'et el-rabite, Bexdad, 1 Nîsan 1959.





