Di şeva 11/12ê Mijdara 1986an de, Artêşa Iraqê bi piştgiriya topavêj û balafirên şer dest bi êrîşên xwe yên li ser deverên derdora Zaxo kir, ku baregeha Komîsyona herêmî ya Zaxo ya ser bi Partiya Dêmokrata Kurdistanê lê bû, êrîşa leşkerî ya artêş û hêzên çekdar ên hikûmetê bilindahiyên Delayî girtin, li ser vê yekê peywendiyên di navbera Komîsyona herêmî ya Zaxo û Hêzên Pêşmerge yên li serê deverê bi deverên din re qut bûn, ji bo gihandina nûçeya vê êrîşa hikûmetê, Komîsyona herêmî ya Duhokê bi serkirdayetiya şoreşê re peywendî kir da ku wan agahdar bike ku şerekî giran li sînorê di navbera Duhok û Zaxo de heye û balafirên şer bi awayekî tund cihên Pêşmerge bombebaran dikirin, di encama vê bombebaranê de kalekî li gundê Kanî Pongê bi navê Hacî Nebî şehîd bû û çar jin û zarok birîndar bûn, herwiha bombebarana balafiran li ser gundê Zêwe ya nêzîkî baregeha Şaxa Yekem a Partiya Dêmokrata Kurdistanê berdewam kir û li wir jî kalekî din şehîd bû.
Wisa xuya dike ku armanca hikûmeta Îraqê ji êrîşkirina ser baregeh û cihên Pêşmerge li devera Badînanê, tepeserkirina deng û rengê şoreşê bû li hemberî çalakî û êrîşên ku li deverên cuda bi şêwazê şerê çeperan li dijî hêzên hikûmetê berdewam bûn, di nav wan de lêdana rabiya û baregehên leşkerî û danîna kemînan li ser rêyan, ku bêguman bû sedema ziyanên mezin ên canî û malî ji bo hêzên leşkerî yên Îraqê ji aliyekî ve, û ji aliyê din ve hikûmet xiste rewşeke metirsîdar ku her tim xwe nerehet hîs neke. Ji ber ku şax, komîsyonên herêmî, rêxistin û Hêzên Pêşmerge li ser deveran hatibûn dabeşkirin bi awayekî ku her yek ji wan di çarçoveya desthilata xwe de çalak bû.
Êrîşên artêş û hêzên çekdar ên hikûmetê li ser baregeh û cihên Pêşmerge çend rojan li sînorê her du deverên Duhok û Zaxo berdewam bûn, di 13ê Mijdara 1986an de, devera Duhokê serkirdayetiya şoreşê agahdar kir ku hikûmetê êrîşên xwe li ser devera Zaxo zêde kirine û dest danîne ser baregeha herêmî, û balafir bombebarana deverê didomînin, cihê gotinê ye ku Hêzên Pêşmerge berevanî kirin û li hemberî hêzên hikûmetê çeper girtin, bi taybetî pêşveçûna çekdarên kirêgirtî (Cehş) û êrîşên wan di saet çara êvara 14ê Cotmeha 1986an de têk birin.
Êrîşên Artêşa Iraqê û hêzên wê yên çekdar li ser deverên şoreşê nîşan dan ku hikûmet her tim hewl dida desthilata xwe li ser hemû deverên Kurdistanê ferz bike û şoreşê li hemû deveran bêdeng bike û çalakiyên wê asteng bike.
Çavkanî:-
Mesûd Barzanî, Barzanî û bizava rizgarîxwaza Kurd, berga çarem, 1975-1990 Şoreşa Gulanê, beşa duyem, çapa yekem, çapxaneya Roksana, 2021.
-
Şîmal Zêbarî, Hindek rastiyên veşartî di şoreşa Gulanê da, çapa yekem, çapxaneya Rojhilat, Hewlêr – 2015.
-
Hacî Mîrxan Dolemerî, Geryan bi dway dadperwerîyda, berga yekem, çapa duyem, Kurdistan – 2021.


