

Kürdistan Demokrat Partisi Ansiklopedisi
Loading

Irak'ın Gaz Politikası ve Kürdistan Demokrat Partisi'nin Tutumu (1958-1975)
Ali Halil Betkari
Ev pirtûk lêkolîneke dîrokî ye di barê Şoreşa Eylûlê di rojname û belavokên Îraqî de ku wan rojname û belavokan li gorî barûdoxê di navbera hikûmet û serkirdayetiya şoreşê, babet û gotar belav dikirin. Ev lêkolîn ji bilî pêşekiyek û derwazeyekê, şeş tewer û paşko di xwe de digire û tewerên wê li gorî rêzbendiya bûyerên dîrokî û taybet bi qonaxeke diyar a dema Şoreşa Eylûlê rêkxistine.
Tewer behsa helwesta rojname û belavokên Îraqî li hember Şoreşa Eylûlê ji destpêka şoreşê heta derbeya 8ê sibatê (1961-1963), ji derbeya 8ê sibatê heta dawiya dema hikûmraniya Ebdulselam Arif (sibat 1963-nîsan 1966), di dema hikûmraniya Ebdulrehman Arif (nîsan 1966- tîrmeh 1968), di derbeya tîrmehê heta ragihandina rêkeftinnameya Adarê (tîrmeh 1968- adar 1970), di qonaxa piştî ragihandina rêkeftinnameya Adarê heta destpêka sala 1974, ji destpêka şoreşê sala 1974 heta ketina şoreşê di adara 1975, dike.