

Kürdistan Demokrat Partisi Ansiklopedisi
Loading

Irak'ın Gaz Politikası ve Kürdistan Demokrat Partisi'nin Tutumu (1958-1975)
Ali Halil Betkari
Ev pirtûk hejmara 10an a rêze pirtûkên (60 saliya şoreşa Îlonê (1961-1975)) e û ji bilî pêşgotina wê, di beşekî serbixwe de ku bi giştî behsa erdnîgarî, ol, ziman û dîroka Kurd û bûyerên beriya sala 1931an dike, ji pênc beşan û dawîgotinekê pêk hatiye.
Beşa yekem a pirtûkê behsa Mistefa Barzanî û bûyerên salên (1931-1958) dike ku şoreşa yekem a Barzan sala 1931an, Kurd û derbeya Bekir Sidqî ya sala 1936an, peymana Se'edabad a sala 1937an, şerê cîhanî yê duyem û bandorên wê li ser Kurd di salên (1939-1945) de, di nav wan de krîza aborî û şer li Kurdistanê, şoreşa duyem a Barzan di salên (1943-1945) de, Komara Kurdistanê li Mehabadê û nirxandina rola Barzan li Mehabadê, partî û komelên siyasî, bûyerên siyasî yên Îraqê di şoreşa 14ê tîrmeha 1958an de û rola Kurd di wê bûyerê de, serhildana kanûna duyem a 1948an, peymana Bexdayê û damezrandina bereya neteweyî dihewîne.
Beşa duyem li ser Mistefa Barzanî û pirsgirêka Kurd di serdema komarî de di navbera salên (1958-1968) de ye ku behsa şoreşa 14ê tîrmeha 1958an û helwesta Kurd di wê şoreşê de, tevgera Şewaf û bûyerên Kerkûkê, nakokiyên di navbera Ebdulkerîm Qasim û Kurdan de, sedemên şoreş û derbeya 8ê sibata sala 1963an, têkçûna danûstandinan û destpêkirina şer, derbeya 18ê çiriya paşîn a 1963an, dema Ebdulselam û îmzekirina agirbestê, serdema Ebdulrehman Arif û Kurd, şerê Hendirên û bendên rêkeftinnameya (daxuyaniya hezîranê) dike.
Beşa sêyem behsa Mistefa Barzanî û doza Kurd dike di bin siya desthilatdariya Be'is de di navbera salên (1968-1975) de ku derbeya tîrmehê û Kurd sala 1968an, daxuyaniya 11ê adarê û piştî daxuyaniyê sala 1970yî, bereya neteweyî û nîştimanî ya pêşverû, rêkeftinnameya Cezayîrê ya sala 1975an û pirsgirêka Kerkûkê dihewîne.
Beşa çarem behsa avabûn û armancên Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi serokatiya Mistefa Barzanî dike, çend teweran dihewîne di nav wan de Partî û şoreşa tîrmeha 1958an, lidarxistina kongreya çarem û çalakiyên eşkere yên partiyê, perçebûn û cudabûna partiyê, lidarxistina kongreyên şeşem û heftem û yên cudabûyî, derbeya 17ê tîrmeha 1968an û Partî, lidarxistina kongreya heştem, Partî û yasaya xweseriyê, peywendiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê bi partiyên nîştimanî re, helwesta Be'is li hember şoreşa 11ê îlona 1961ê, peywendiya Partiyê bi partiyên neteweyî re, helwesta Partiya Nîştimanî li ser doza Kurd.
Beşa pêncem behsa peywendiyên derve û Kurd dike ku di nav wan de peywendî bi welatên herêmî yên wek Îran û Tirkiye, Misir, Yekîtiya Sovyetê, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Brîtanya, Îsraîl, behsa pirsgirêka Kurd û pêşketina neteweya Ereb û bîra neteweyî û pirsgirêka Kurd û helwesta Kurd li hember hewldanên Ereban ji bo yekparçeyiyê dike.