
Îdrîs Barzanî endezyarê aştiya neteweyî
- شۆرشی ئەیلول
- پارتی دیموکراتی کوردستان
- پەرتوک

Irak'ın Gaz Politikası ve Kürdistan Demokrat Partisi'nin Tutumu (1958-1975)
Ali Halil Betkari
Ev pirtûk hejmara 11an a rêze pirtûkên (60 saliya Şoreşa Eylûlê (1961-1975)) e, ji pêşgotinek û beşekî serbixwe derbarê cografya, dîrok û pêkhateya eşîra Barzan û Şêx Mihemed Barzanî pêk tê û ji şeş beşan û pêvekên wêneyan pêk hatiye.
Beşa yekem a vê pirtûkê du teweran dihewîne ku behsa tevgera neteweyî ya kurd bi serokatiya Şêx Ebdulselam Barzanî û Şêx Ehmed Barzanî dike.
Beşa duyem çar teweran dihewîne ku behsa Şerê Cîhanî yê Duyem di sedsala bîstan de û bandora wê li ser kurdan, tevgera neteweyî ya kurd bi rêberiya Mistefa Barzanî, rêçika dîrokî ya rêberê tevgera azadîxwaz a kurd ji Mehabadê heta çemê Aras, Mistefa Barzanî li Yekîtiya Sovyetê dike.
Beşa sêyem ji du teweran pêk hatiye ku behsa Mistefa Barzanî piştî vegera wî ji Yekîtiya Sovyetê bo Îraqê, destpêkirina Şoreşa Eylûlê ya salên (1961-1975) dike.
Beşa çarem şeş teweran dihewîne ku behsa jiyana Îdrîs Barzanî, Şoreşa 14ê Tîrmeha sala 1958an û Şoreşa Eylûlêya 1961ê, Îdrîs Barzanî di şerê Hendrên û Peymana 11ê Adara sala 1970yî û Îdrîs Barzanî wek balyozê aştiyê, peymana şûm a Cezayîrê ya sala 1975an û Îdrîs Barzanî, destpêkirina nakokiyên nav partiyên kurdî dike.
Beşa pêncem ji pênc teweran pêk hatiye ku behsa rola Îdrîs Barzanî di berjewendiyên neteweyî û feryadrêsiya dilsoz a navmala kurd dike û behsa gorên bi kom ên Barzaniyan, karesata Zêwe, rola Îdrîs Barzanî di peywendiyên partî dike.
Beşa şeşem ji heft teweran pêk hatiye ku behsa Îdrîs Barzanî û pêkanîna lijneyeke nû ji bo birêvebirina karûbarên penaberan, Îdrîs Barzanî serکردeyekî biwefa ji bo Pêşmergeyan û heval û hezkiriyê ciwanan, serdana Îdrîs Barzanî bo Mistefa Barzanî yê bavê wî, Îdrîs Barzanî dîplomatekî şayeste, Îdrîs Barzanî di bîranînên heval û hevkarên wî, vegera termê Mistefa Barzanî û Îdrîs Barzanî bo xak û niştiman dike.