Pîtyên şoreşê20/5/1971
Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê bûyerên Şingalê şermezar dike

- Şandekar
- Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê/ Îraq şaxê Dihokê
- Hejmara nameyê
- -
- Wergir
- M.S, M.E, Baregeha Barzanî, Leşkerî 1, Şax 1 P.D.K, Hemû şaxên Partî, Lijneya Aştiyê, Hemû Baregeh
Metna orîjînal
Bi navê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê şaxê Dihokê, em bi tundî şermezar dikin tiştên ku niha li Şingalê diqewimin ji şewitandina gundên aram û destdirêjiya li ser mafên welatiyên Kurd bêyî hincet. Û tiştên ku niha diqewimin berevajî prensîbên mirovahî û hevalbendiya her du partiyên Be'sa Erebî ya Sosyalîst û Demokrat a Kurdistanê ne. Lewma em ji aliyên berpirs daxwaz dikin ku sînorek ji bo van kiryarên hovane deynin û kesên ku bûne sedem û yên ku li pişt wan in, bên cezakirin.
