Pîtyên şoreşê1970/2/22
Vegera pêşmerge bo herêma Germiyan û dilxweşiya xelkê

- Şandekar
- Erîf Hemîd
- Hejmara nameyê
- 32
- Wergir
- Barzanî/Mekteba Tenfîzî/ Mekteba Siyasî/ Şefîq Ehmed Axa/ Liqa 3/ Ebdulwehab/ Faxir/ Ezîz Qazî/ Mulazim Tahir
Metna orîjînal
Vegera bo herêma Germiyan gelek sûd jê hat dîtin. Tu cure kiryar li dijî kesî nayên kirin, tenê em niştecihên herêmê dilxweş dikin, gel gelek pê kêfxweş e ku tu kiryar li dijî kesî nayên kirin. Em ji bo gelê xwe îspat dikin ku em serbazên vî gelî ne û xizmeta gel dikin. Hemû niştecihên herêmê gelek sipasiya Lutfî Şoreş dikin ji ber ku muameleyeke baş li gel niştecihên herêmê tê kirin. Rewş gelek aram e. Inşallah em ê tu kêmasiyan nekin di xizmetê de û li gorî rêberiya we tevdigerin. Ji bo agahdariyê kerem bikin.
