Pîtyên şoreşê7/13
Girjiya li navçeya Zûmar digihîje asteke bilind

- Şandekar
- Sehm
- Hejmara nameyê
- 398
- Wergir
- L. E
Metna orîjînal
Koma me li lîwaya Mûsilê me agahdar kir wiha. Mufrezeyeke taybet ku ji deh otomobîlên barkirî bi serbazan û sê zirêpoşan pêk tê, li herêma Zûmar li dijî Pêşmergeyên ku ji aliyê desthilatên hikûmetê ve hatine destûrdayîn, kiryarên acizker û provokasyonan dike û du caran gundê (Maske) dorpêç kirine û ew hêza ku bi fermana fermandeyê hêza Eyn Zale û efserê îstixbarata fq4 e, amade bûye û rewşa şer li dora gundê aram û malbatên tê de bêyî hincet girtiye. Rewşeke giran û tijî girjî li herêma Zûmar heye, ku ew mufreze û balafireke helîkopter ji destpêka vê mehê ve li wir digerin û li Eyn Zale civîn tên kirin û tê de gef li dijî Pêşmerge û welatiyên herêmê yên ku bi karên xwe yên çandinî ve mijûl in, tên xwarin. Ji kerema xwe dawî li van provokasyonan bînin. Me agahdar bikin.
