Pîtyên şoreşê16/4/1969
Vekişandina leşkerê Pêşmerge û Artêşa Iraqê ji bereyên şer

- Şandekar
- Nafiz û Muhsin
- Hejmara nameyê
- 26
- Wergir
- Şecerê/ Birêz Serokwezîr/ Wazîrê Karûbarên Bakur/ Birêz R.A.J (Supasalar)/ Birêz Fermandariya fuj 2 (Firqeya 2)/ Mutasarrifê Hewlêrê
Metna orîjînal
Telgrafên we 108 di 15/8 de li gorî danûstandinên telefonî yên ku îro nîvro ligel birêzan Serokwezîr û Wazîrê Karûbarên Bakur û R.A.J û fermandarê fuj 2 hatin kirin, me agahdar kirin ku dest bi paşekişandina yekîneyên leşkerî li Bîstane bo cihekî dûrtir hatiye kirin. Vekişandina her du aliyan di heman demê de pêk tê û komîteya wazîran sibe an roja Pêncşemê li Hewlêrê amade dibe ji bo çareserkirina pirsgirêkan li gorî biryarên 3/4. Kerem bikin me ji dema vekişandina koma me agahdar bikin da ku em aliyên leşkerî agahdar bikin ku di heman demê de vekişin. Em daxwaz dikin ferman bidin hemû navçeyan ku sebir bikin û xwe ragirin û ti karekî nekin ku bibe sedema alozbûna rewşê. Em ji birêz fermandarê fuj 2 daxwaz dikin fermanan bide yekîneyan dema vekişiyan hewl bidin ziyanên çandiniyê û yên din kêm bikin bo herî kêm. Me agahdar bikin.
