Pîtyên şoreşê1970/3/14
Rojnameya Dêmokrat pîrozbahiyê li Serok Barzanî û P.D.K dikin

- Şandekar
- Partiya Dêmokrata Kurdistanê li Sûriyê - Desteya nivîskarên rojnameya Dêmokrat
- Hejmara nameyê
- 14
- Wergir
- Birêz Serokê Partiya Dêmokrata Kurdistanê, Dengê Kurdistanê Îraq, Rojnameya Xebat
Metna orîjînal
Bi boneya destkewta mezin a ku gelê me yê Kurd li Kurdistana Îraqê bi rêberiya Partiya Dêmokrata Kurdistanê û rêberê wê yê mezin Barzanî di xweseriyê de bi dest xistiye û pêkanîna biratiya Ereb-Kurd bi zelaltirîn wateyên wê, Partiya me ya Dêmokrata Kurd li Sûriyê û desteya nivîskarên rojnameya Dêmokrat pîrozbahiyên xwe yên germ pêşkêşî polîtburoya we, komîteya navendî, hemû endamên partiyê û baskên Pêşmergeyên qehreman dikin. Bijî biratiya Ereb-Kurd û bila têkoşîna her du gelên bira Ereb û Kurd heta hetayê bimîne.
