Pîtyên şoreşê1969/7/6
Çalakiyên partîzanî li ser rêya Kerkûk-Qerehencîr

- Şandekar
- B5/ H.Q
- Hejmara nameyê
- 200
- Wergir
- H.Q/ Barzanî/ M.T/ Hemû baregeh
Metna orîjînal
Di roja 7/4 de saet 2 piştî nîvro, mefrezeyek ji Liqa 3 a me, li ser rêya du otomobîlên eskerî ku tijî serbaz bûn di navbera Kerkûk û Qerehencîrê de li ser cadeya giştî şer dest pê kir. Di encamê de hinek ji serbazan hatin kuştin û hinek birîndar bûn. Di wê gavê de qafileyeke eskerî ji Kerkûkê gihîştin hewara wan, mefrezeya me li hember wan jî sekinî, şer heta saet (5) piştî nîvro berdewam bû. Ziyana dijmin bi texmînî (15) kuştî û (10) birîndar bûye. Otomobîlek eskerî ya Zîl hat şewitandin. Mefrezeya me bê ziyan vegeriya cihê xwe.
