Pîtyên şoreşê19/8/1969
Pêşmerge çend caşan dikuje

- Şandekar
- Hêza Rizgariyê
- Hejmara nameyê
- 850
- Wergir
- Barzanî, M.T, hemû Baregeh
Metna orîjînal
Di şeva 17-18/8 de, mefrezeyek bi serokatiya leheng Mam Wesû Dizeyî êrîş bir ser rabiya caşan li ser rêya Zêwe û Sefîn û di encamê de hejmarek caş hatin kuştin, termên wan bo Kanî Sard li ser rêya Dûkanê hatin veguhestin. Di 18/8 de topavêjên me yên giran caş li Spêlikê topbaran kirin û bombeyan armancên xwe pêkanîn û bû sedema kuştina hejmarek mezin ji caşan. Em ê paşê bi peyamekê we ji ziyanên wan ên rastî agahdar bikin, tu ziyanên me nînin. Çarenivîsa xiyanetkar û kirêgirtiyan wiha ye û serkeftin ji bo me ye bi serokatiya Barzanî.
