Pîtyên şoreşê1969/9/27
Pêşmerge fêlekî hikûmetê eşkere dike

- Şandekar
- Hêza Dihokê
- Hejmara nameyê
- 171
- Wergir
- Barzanî, M.T, hemû Baregeh, Dengê Kurdistan
Metna orîjînal
Li pey telgrafên me 111 û 168 di 25 û 26/9 de. 1- Em hîn jî li ser rêya giştî ya ku diçe Amêdiyê li devera Dihokê kontrolê dikin, heta niha hêzên hikûmeta tawanbar newêrîne bikevin ser rêya navborî û gundên ji Zawîteyê heta Amêdiyê hatine dorpêçkirin û xwarin û alîkarî negihîştiye wan. Hikûmetê hewl da rê veke lê bi ser neket û ew vegeriyan paş. 2- Otomobîlên sivîl ên li devera Sindoûrê alên spî bilind dikin û jin li pêşiya otomobîlên sivîl diçin û tên. Hikûmet bi rêya wan otomobîlên sivîl li ser rê derbas dibe. Em daxwaz ji radyoya Dengê Kurdistanê dikin ku daxuyaniyekî hişyariyê bide xwediyên otomobîlên sivîl ên devera Amêdiyê-Dihokê ku bi ser rêya navborî de derbas nebin, û hêzên me dê ji dîroka weşandina vê daxuyaniyê ve guleyan li wan otomobîlan berdin. Me soz daye ku em rê bikin goristana dagirkerên faşîst.
