Pîtyên şoreşê
Revîn ji zindanê
Name
- Şandekar
- Komîteya Bilind
- Wergir
- Şecere
Metna orîjînal
Rayedaran ev agahî dane me: Di dîroka 5/10 de ji zindana Înzîbata Leşkerî ya li Kerkûkê, leşkerê ajokar Tariq Elî Rustem bi alîkariya kesê bi navê Mihemed Mihemedemîn ku motorsîkletek ji bo wî amade kiribû nêzîkî zindanê reviya. Leşker Salih Mehmûd û Cebar Hemîd bi seyareya sivîl û bê çek li pey wan çûn û karîn leşkerê reviyayî nêzîkî kargeha kevir û qûmê ya (Rehîm Awa) bigirin, lê kesê bi navê Mihemed Mihemedemîn gule li leşkerê înzîbat Salih Mehmûd reşand û ew kuşt û ligel Tariq Elî Rustem ber bi gundê (Sûr Dê) yê ku dikeve navçeya Xasê reviyan û ji wir ve hatin veguhastin bo gundê Kûçik. Em hêvî dikin ku ferman bê dayîn ku radestî nêzîktirîn desthilata hikûmetê bên kirin, ji ber ku niha li gundê (Kû Dê Xasê) ya navçeya Qerehencîrê ne. Me agahdar bikin.
