Pîtyên şoreşê1/9/1969
Hêzeke Pêşmerge astengên dijmin derbas dike û rizgar dibe

- Şandekar
- Erîf Hemîd
- Hejmara nameyê
- ف.ع/24
- Wergir
- Barzanî/ M.T/ Parastin
Metna orîjînal
Em gihîştin navçeya Berzenceyê bi hemû çekan ve û her çend dijmin hewl da bi hemû şiyanên xwe derfetê nede derketina me, lê Pêşmerge şêrane derketin, niha zirarên me nînin. Çend Pêşmergeyên metereq (belavbûyî) mane, hêviya me heye ew jî bi silametî derkevin. Lê Leqê 3 yê P.D.K ligel baregeha hêzê çekên wan ên giran derneketin ligel tiştên din. Heya niha em çarenivîsa wan nizanin, tenê du pelên wan ligel me hatine, wekî me zanî (2) leq li B4 mane.
