Pîtyên şoreşê12/3/1970
Hêza Duhokê piştgiriya rêkeftinnameya 11ê Adarê dike

- Şandekar
- Hêza Duhokê
- Hejmara nameyê
- ف
- Wergir
- Xebatkarê şikûdar birêz/ Ehmed Hesen Bekir Serokkomar û birêzên endamên encumena serkirdayetiyê, û serkirdayetiya Barzanî, Mekteba Siyasî ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê, M.T
Metna orîjînal
Daxuyaniya we ya dîrokî hemû bingehên xurt ji bo piştgiriya biratiya Ereb-Kurd ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî ya gelê Iraqê heta hetayê ye. Bi vê boneyê mezin em bi navê xwe û bi navê hemû endamên hêza xwe ji pêşmerge û berpirsan, piştrastkirina xwe ya tam ji bo vê daxuyaniyê pêşkêşî we dikin û em hewlên dilsozên ku di şiyanên xwe de ji bo danîna şêwaza dawî ya çareserkirina pirsgirêka Kurdî kirine, bilind dinirxînin. Em soz didin we û gelê Kurd ku em ê herî zêde hewl bidin ji bo misogerkirina cîbicîkirina wê bi naverok û ruh ligel desthilata neteweyî û Partiya Be's a Erebî ya Sosyalîst û hemû hêzên xêrxwaz ên li welat û em hemû bi hev re bibin yek rêz li hember komployên paşverû û mêtingeriyê li ser Iraqê me yê delal û derfetan ji dest wan derxin.
