Pîtyên şoreşê3/2
Êrîşa Pêşmerge bo ser baregeha polîsên Telkêfê

- Şandekar
- Husomîrxan
- Hejmara nameyê
- 324
- Wergir
- Artêşa 1 / Barzanî / Mekteba Tenfîzî / Îdrîs / Hemû Baregeh
Metna orîjînal
Derbarê çalakiyeke mufrezeyekê bi serokatiya Tûma Tûmas û Mûlazim Emîn li ser navenda polîsên Tel Esqef û piştî pevçûneke du saetan, qereqol teslîm bû û (3) hatin kuştin û (6) ji polîsan hatin girtin û destkeftî ev in: (1) reşeşê Bern, (8) tivingên îngilîzî, (3) reşeşê Sten, (4) demançeya tenwîr bi (6) fîşekan, (1200) fîşekên îngilîzî, (9) mexzenên Berno, (4) mexzenên Sten, (20) betanî, (12) sindoqên fîşekan û hejmarek ji amûrên din. Ziyanên me şehîdek e.
