Pîtyên şoreşê1969/7/14
Êrîşa dijmin bo ser Dola Alanê û mayîna 50 laşan

- Şandekar
- Batalyona 6 a Bêtwatê
- Hejmara nameyê
- فع2
- Wergir
- H.B/ B.M/ M.T/ T.M/ K.M
Metna orîjînal
Di roja 7/13 de di saet 6ê sibehê de lîwaya 21 bi alîkariya (4) balafirên Mîg û top û tankan êrîş anîn ber bi Dola Alanê ve, lê Pêşmergeyên qehreman bi serokatiya Tanjo Yûnis û Şêx Reqîb û Macid Tahir û Hacî Seîd Beg şêrane berevanî kirin. Şer dest pê kir heta saet 7:30ê êvarê, di encamê de dijmin ziyaneke mezin dît, zêdetir ji (50) laşên serbazan li meydanê man û bi serşorî reviyan, destkeftên me 1-reşaşekî Dektyarev û 300 fîşek, 2- (3) tivingên Sîmînov, 3- topekî hawanê, 4- du reşaşên Stêrlîng, 5- çend tişt û kelûpelên din. Hatine ji bo birina laşên serbazên kuştî û birîndar, ziyana me tenê (1) Pêşmergeyek birîndar bû.
