Pîtyên şoreşê12/11
Muxawîr jin û zarokan dikujin

- Şandekar
- Şecerê
- Hejmara nameyê
- 1101
- Wergir
- L. E
Metna orîjînal
Hejmarek ji seriyên Muxawîr li qeza Şingalê bi hinceta şopandina leşkerên reviyayî û erkdar û yên ku ji xizmeta leşkerî mane, karên terorîstî li dijî welatiyan dikin. Bi destê Muxawîran li gundê Barê Jorîn her yek ji Huseyîn Nasir temen (50) sal û Qasim Huseyîn temen 40 sal û zarok Zehîm Hesen Hemid temen 10 sal hatin kuştin. Di dîroka 11/25 de gundê Dêr Asî hat dorpêçkirin û bi destê Muxawîran şeş kes hatin kuştin ku di nav wan de du jin hebûn û (51) kes hatin girtin û di kampa Muxawîran de hatin zîndanîkirin. Em hêvî dikin ku ferman bê dayîn ku dev ji van karên terorîstî yên ku xizmeta berjewendiya giştî nakin û ne li gorî artêşê ne, bê berdan û em bala we dikişînin ser vê yekê ku ev karên wiha tenê şopên xerab li pey xwe dihêlin.
