Pîtyên şoreşê3/10/1969
Li Dêrgirnikê Pêşmerge caşan nêçîr dike

- Şandekar
- Hêza Dihokê
- Hejmara nameyê
- 185
- Wergir
- Barzanî, M.T, Hemû Baregeh
Metna orîjînal
Rewş 1- Heta saet (6) ya roja 2/10. Li bereya Kumka hêzên me yên hevbeş ji Hêza Zaxo û Dihokê di saet şeşê piştî nîvro de êrîşek birin ser dijmin û caş heta gundê Memane têk çûn. Ziyanên dijmin pir in. Ziyanên me 2 şehîd û birîndarek e. Moralê me bilind e û moralê dijmin têk çûye. 2- Li bereya Dêrgirnikê. Hêzên me êrîşeke berevajî birin ser dijmin, dijmin heta çiyayê Dêrgirnikê têk çû û hêzên me wan topbaran dikin. Ziyanên dijmin pir in û kuştiyên xwe birine Mangêş. Ziyanên me birîndarek e, moralê me bilind e û moralê dijmin têk çûye. 3- Li bereya Bafernê hêzên me di sibehê de êrîşek birin ser dijmin, ziyanên me tune ne. Moralê Pêşmerge pir bilind e, moralê dijmin têk çûye. Ev û ber bi pêş ve di bin serokatiya Barzanî de.
