Pîtyên şoreşê15/3/1970
Lijneya Navendî ya Partiya Dêmokrat li Sûriyê pîrozbahiyê li gelê Kurd dike

- Şandekar
- Partiya Dêmokrat li Sûriyê
- Hejmara nameyê
- فع
- Wergir
- Birêz kurê gelê me Mistefa Barzanî, birêz hevalên endamên M.S., birêz hevalên endamên M.T., hemû endamên têkoşer ên partî, hemû serkirde û pêşmergeyên nebez
Metna orîjînal
Bi navê lijneya me ya navendî û hevalên partiya me û bi navê hemû girseyên gelê me yê Kurd li Sûriyê, em we û xwe û gelê xwe bi giştî pîroz dikin bi boneya derketina daxuyaniya 11ê Adarê ku tê de naskirina mafên gelê Kurd di nav komara Îraqî ya dêmokrat de heye û tiştek ji me nayê xwestin ji bilî ku em bi hemû rêzgirtinê li pişt serkirdayetiya we ya zana bisekinin, herwiha em bi serên tewandî li ber komên şehîdên ku xwîna xwe pêşkêş kirine... di rêya vî gelî û welatî de bisekinin.
