Pîtyên şoreşê1966/7/7
Serok Mistefa Barzanî bi tundî li dijî têkdana barûdoxa Silêmaniyê helwestê werdigire

- Şandekar
- Barzanî
- Hejmara nameyê
- 382
- Wergir
- Birayê rêzdar Emîd Rukn Kemal Mistefa. Q.Q.M sekreterê wazîrê berevaniyê, sekreterê supasalar (R.A.J)
Metna orîjînal
Brûskeya we ya bê hejmar di 7/7 de. Rewş li Silêmaniyê gihîştiye asteke ku nayê tehemûlkirin. Em ji berpirsan daxwaz dikin ku tedbîrên yekalîker bigirin ku piştrast bike ev binpêkirin di pêşerojê de dubare nabin, na em neçar in ku hemû tedbîran ji bo berevaniya li welatiyên li lîwaya navborî û jêkirina rehên tawanê li wir bigirin û aliyên berpirs dê hemû encamên ku dibe jê derkevin hilgirin.
