Pîtyên şoreşê1966/7/11
Serok Barzanî pêdagir e ku aştiyê berqerar be

- Şandekar
- Muteserîfê liwaya Hewlêrê
- Hejmara nameyê
- 395
- Wergir
- Birêz Serokwezîr ji bo agahiyê, Feq1, Q.Q.M, Muteserîfetiya liwaya Hewlêrê
Metna orîjînal
Piştî israra zêde min karî Barzanî qayîl bikim ku fermanên xwe bide komên xwe li liwaya Silêmaniyê ji bo rawestandina pevçûnên di navbera wan û yên din de ji bo heyama du hefteyan ji îro ve. Em daxwaz dikin ku ji aliyên din re bê gotin ku karên ku dibin sedema binpêkirina vê rêkeftinê nekin. Barzanî ji min re got ku wî bihîstiye ku beşek ji zirxpoşên artêşê di pevçûna li dijî komên wî de beşdar bûne. Hêvîdar im eger ev nûçe rast be, fermanan bidin qetayên eskerî ku ji navçeya pevçûnê dûr bikevin, bi zanîna ku Barzanî fermanên xwe yên tund daye ku destdirêjî li qetayên eskerî neyê kirin. Em ê piştî vegera xwe ya bo Hewlêrê di 7/12 de hûrgiliyan bidin we. Hêvîdar im fermandariya Feq1 vê yekê bigihîne birêz Serokwezîr.
