Pîtyên şoreşê1966/6/22
Derebegiyek mafê welatiyan dizotîne

- Şandekar
- Barzanî
- Hejmara nameyê
- 349
- Wergir
- Birayê min ê rêzdar Emîd Rûkn Zekî Husên Hilmî, fermandeyê Firqeya 1
Metna orîjînal
Silavên biratiyê. Telgrafa we ya 6/21. Me ferman da koma xwe ya li herêma Silêvanî ku bi awayekî qut xwe ji şewitandina zeviyan dûr bixin. Em dixwazin we agahdar bikin ku Letîfê Zêbarî tu têkiliya wî bi erdên herêma Silêvanî ya ser bi qezaya Zaxo ve nîne. Ew têkiliya xwe ya bi hikûmetê re û hêza li cem xwe bikar tîne ji bo êrîşkirina ser mafên welatiyên li wê herêmê û dagirkirina erd û zeviyên wan, tiştekî ku nayê qebûlkirin. Em daxwaz dikin komîteyeke lêkolînê bi beşdariya nûnerê me li lîwaya Mûsilê bişînin ji bo piştrastbûna ji rastiya mijarê û spas.
